Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser agirbesta HSD û Şamê daxuyanî da

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê eşkere kir ku ew hêvî dikin ku rêkeftin ji xeynî gelê Sûriyeyê, di serî de ji bo cîranên Sûriyeyê û ji bo ewlehî û aramiya hemû herêmê bibe alîkar.

Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser nexşerêyeke 14 xalî li hev kir.

Li gorî peymanê, agirbest tê ragihandin, HSD vedikişe rojhilatê Feratê û mafên çandî yên Kurdan tên naskirin.

Peymana ku îmzeya Serokkomerî Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser e, gelek guherînên leşkerî û îdarî li xwe digire.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê got, "Em bi hêvî ne Rêkeftina Agirbest û Tevlîbûna Tam a li Sûriyeyê, li ser bingeha yekparçeyiya axê û yekîtiyê hewlên ji bo aramiyê bi awayekî bibiriyar bi pêş bixe.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi hêvî ne ku bi temamî were fêhmkirin ku paşerojaSûriyeyê ne bi teror û parçebûnê lê bi bihevrejiyan û tevlîbûnê (entegrasyonê) pêkan e."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin
“Em bi hêvî ne Rêkeftina Agirbest û Tevlîbûna Tam a ku îro (18ê Kanûna Paşîn) ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hate ragihandin, li ser bingeha yekparçeyiya axê û yekîtiya Sûriyeyê hewlên ji bo avakirina aramî û ewlehiyê bi awayekî bilez û bibiriyar bi pêş bixe.

Em hêvî dikin ku ev rêkeftin ji xeynî gelê Sûriyeyê, di serî de ji bo cîranên Sûriyeyê û ji bo ewlehî û aramiya hemû herêmê bibe alîkar.

Ew serdema nû ya ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Sûriyeyê dest pê kir û ji bo paşerojeke  bextewar derfeteke taybet e, ji îro ve di qonaxeke krîtîk re derbas dibe.

Bi fêhmkirina rastiyên li qadê, em hêvî dikin ku hemû kom û ferdên li welat bi temamî fêhm bikin ku paşeroja Sûriyeyê ne di nav teror û parçebûnê de lê di nav bihevrejiyan, yekbûn û tevlîbûnê de ye.

Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo hewlên hikûmeta Sûriyeyê ya li ser têkoşîna li dijî terorê û xebatên avakirina welat bidomîne ku li ser bingeha razîbûna gel û bi nêzîkbûneke berfireh û yekbûyî tên meşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst