Li Trabzonê 5 avahî din ax û avê de man

18-04-2022
RÛDAW
Nîşan Trabzon Şebe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Surmene ser bi parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyê şape rabû û dibistaneke ku nedihat bikaranîn, lojmaneke du qatî û 3 mal di bin ax û avê de man.

Îro Duşembê 18ê Nîsana 2022ê li bajarokê Surmene ser bi parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyê, ji ber bilez helîna berfê li cihên bilind erd sist bû û demjimêrên danê sibehê li Taxa Oylum şape rabû. Şapeya ku ji ser çiyê hat xwarê gehişte Çemê Kuçuk.

Ji ber şapê li Taxa Oylum dibistaneke ku nedihat bikaranîn, lojmaneke du qatî û 3 xaniyên vala di bin ax û avê de man. Rêya taxê hat girtin û tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) dest bi kar û xebatên xwe kirin û du xaniyên metirsî li ser wan hebû vala kirin.

Parêzgarê Stenbolê Îsmaîl Ustaoglu da zanîn ku li navçeyê dibistaneke nedihat bikaranîn û lojmana wê ya du qatî ligel sê xaniyan hebûn û got: “Ew di bin axê de man. Şikir ji Xwedê re ti wendahiyên me nînin. Şivanekî me yê lojman bikar dianî lê vê derê bû, ew jî zû pê hesiya ye û ligel ajelên xwe evder bicîh hiştiye û ti wendahiyên me nînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst