Ocalan bi rêya Heyeta Îmraliyê peyamek şand

18-05-2025
Nîşan Abdullah Ocalan Heyeta Îmraliyê DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan bi rêya Heyeta Îmraliyê peyamek şand û got, “Li ser hiqûqa biratiyê pêwîstî bi peymaneke nû heye.”

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî û xwefesixkirinê ya PKKyê, îro cara ewil ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê diyar kir kir ku endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û parêzer Faîk Ozgur Erol Girtîgeha ji Îmraliyê vegeriyan.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê derbarê serdanê daxuyaniyek da.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di daxuyaniyê de behsa peyama Ocalan a ji raya giştî re kir.

Ocalan di peyama xwe de dibêje ku li ser hiqûqa biratiyê pêwîstî bi peymana nû heye û tiştên ku ew dikin guherîneke mezin a paradîgmayê nîşan dide.

Peyama Ocalan wiha ye:

"Ji ber ku ez nikarim axaftineke dawiyê bi Sirri Sureyya Onder re bikim ev yek di dilê min de wekî birînekê ma.

Bîranîneke wî ya hêja heye. Divê bê jiyandin.

Ew ji bo Tirkiyeyê kesekî zana bû. Em dê nehêlin valahiya wî were hîskirin.

Li ser hiqûqa biratiyê pêwîstî bi peymaneke nû heye.

Tiştên ku em dikin guherîneke mezin a paradîgmayê nîşan dide.

Xwezaya têkiliyên Tirk-Kurd bi temamî cuda ye, tiştê ku xerab bûye têkiliya biratiyê ye.

Bira pev diçin lê yek bêyî yê din nabe. Em xefik û mayinên ku vê têkiliyê xerab dikin yek bi yek paqij dikin, rê û pirên xerab bûne nûjen dikin.

Bi rêya heyeta me, ez spasiya xwe ji rewşenbîrên ku peyam û hêviyên xwe yên piştgiriyê, nameyên xwe yên derbarê min û pêvajoya aştî û biratiyê de şandine, bi taybetî ji Alain Badiou û Slavoj Žižek re pêşkêş dikim.

Ez hêvî dikim ku di xebatên enternasyonal û sosyalîst ên hevpar de em hev bibînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin