Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPyê û Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar bû endamê nû yê Heyeta Îmraliyê.
Tê çaverêkirin ku Heyet di demeke nêzîk de biçe serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ji Rûdawê re piştrast kir ku Hevserokê berê yê HDPyê û Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar bû endamê nû yê Heyeta Îmraliyê.
Li gorî zanyariyên Navenda Ragihandinê ya DEM Partiyê piştî nîqaşan biryar hatiye dayîn ku Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar li cihê Sirri Sureyya Onder beşdarî Heyeta Îmraliyê bibe.
Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî ku nexweş ketibû û li nexweşxaneyê hatibû razandin 18 rojan li ber xwe da û 3yê Gulanê koça dawî kir.
Bi destpêkirina pêvajoya li gel PKKyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder wekî Heyeta Îmraliyê hatibûn diyar kirin û piştre çend kesên din beşdarî hevdîtinên heyetê yên li Îmraliyê bûbûn.
Heyet herî dawî 21ê Nîsanê li gel Abdullah Ocalan hevdîtin kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse