Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar li ser nîqaşên pêvajoya çareseriyê, serdana Îmraliyê û lêgerîna aştiya herêmî nirxandinên girîng kirin.
Mithat Sancar beşdarî sempozyûma “Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiyê” bû û ji Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re axivî.
Sancar diyar kir ku tevî hemû nîqaşan pêvajo bi pêş ve diçe.
Sancar serdana Komîsyona çareseriyê ya Parlamentoyê ya Îmraliyê wekî "bipêşketineke dîrokî" pênase kir.
"Divê em aştiyê ji binî ve ava bikin"
Sancar behsa girîngiya civîna "Lêgerîna Aştiyê" kir û diyar kir ku aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn tenê bi belavbûna li nava civakê pêkan e û got:
"Lêgerîna Aştiyê civînek bû ku ji aliyê berdewamiya înîsiyatîfa ku berê wekî Konferansa Rojhilat dest pê kiribû ve hat organîzekirin.
Jixwe em bi salan e li Rojhilata Navîn li aştiyê digerin û em dikarin vê yekê tenê bi têkiliyên asoyî, ji binî ve û bi civaka sivîl re ava bikin.
Aştiya Kurdan jî wisa ye. Aştiya li Sûriyeyê û bihevrejiya demokratîk jî wisa ye.
Loma girîngiya van têkiliyan û vê dan û standinê ji bo herêmê gelekî mezin e."
"Pêvajo dimeşe, serdan xwedî girîngiyeke dîrokî ye"
Sancar diyar kir ku divê mirov li ser pêvajoya li Tirkiyeyê reşbîn nebe û got ku tûndbûna gotinan a di navbera aliyan de di xwezaya pêvajoyê de ye:
"Li Tirkiyeyê pêvajo dimeşe. Helbet dê di navberê de pirsgirêk derkevin. Min di axaftina xwe de jî behsa van kir.
Carinan di navbera aliyan de axaftin an bersivên rasterast an nerasterast tên dayîn, ev tişt çêdibin.
Ev tiştên her dem dikarin bibin; tenê bila mekanîzmayên derbaskirina van bên avakirin. Ez difikirim ku niha pêvajo bi pêş ve diçe."
Mîthat Sancar bal kişand ser girîngiya serdana Îmraliyê û axaftina xwe wiha domand:
"Tevî hemû nîqaşan, serdana şandeyeke Komîsyonê ya Îmraliyê bipêşketineke gelekî krîtîk û dîrokî bû.
Ne rast e ku mirov vê yekê bi nîqaşên din veşêre. Yanî serdan bi serê xwe gelekî girîng bû.
Li ser tiştên piştî wê hatin kirin mirov dikare gelek tiştan bibêje. Hat gotin. Hevalên me daxuyaniyên xwe dan.
Lê ya girîng ev e: Em di rêyekê de dimeşin û me qonaxên girîng derbas kirin. Me mesafeyeke girîng girt.
Niha rêyeke dûr li pêşiya me ye. Rêya li pêşiya me aloztir û dijwartir e.
Loma li vir berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê her aktorê ku bi gihîştîbûneke mezin tevbigere, pêwendiya bi civakê re û zimanê aştiya dualî biparêze."
Serdana nû kengî ye?
Sancar pirsên “Gelo di pêvajoya nû de dê gavên yasayî bên avêtin?”, “Bernameya Şandeya Îmraliyê diyar e?” û “Gelo dê dîsa bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin bê kirin?” wiha bersivandin:
"Serdana me ya Îmraliyê nû çêbû. Em 2yê Kanûna Pêşînê li wir bûn. Loma plana me ya çûna demeke nêzîk tune.
Heta niha bernameyên me yên serdanan bi navînî mehê carekê bûn.
Li gorî bipêşketinan dibe ku zûtir jî be lê bi piranî ji mehekê derbas nabe.
Helbet di dema pêş de ji bo nirxandina van bipêşketinan dê serdanên me hebin.
Em dê sibê bi hevalên xwe re bicivin da ku van bi awayekî şênber plan bikin. Em di rojên pêş de serdanên cihêreng plan dikin."
"Armanc formuleke bi aqilê hevpar e"
Sancar bal kişand ser sererastkirinên yasayî yên ku dibe bên rojeva parlamentoyê û got ku divê lihevkirina herî berfireh bê misogerkirin:
"Çimkî niha hem di zemîna siyasetê de bi giştî û hem jî di rojeva parlamentoyê de dê sererastkirinên yasayî hebin.
Ji bendewariya şênber zêdetir armanca me ew e ku em bi aqilê hevpar formuleke ku bi rastî pêk were derxin holê. Armanca me ev e.
Yanî eger em karibin nêzîkatiyeke hevpar a ku li gorî xwezaya vê pêvajoyê be û pêdiviyan bi cih bîne derxin holê, dê pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe.
Di mijara sererastkirinên yasayî de jî divê lihevkirineke herî berfireh bê misogerkirin û baleke mezin bidin işleyîşa pêvajoyê û birêvebirina qonaxa derbasbûnê. Ev gelekî girîng in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse