Leşkerekî Tirkiyeyê mir

18-09-2025
Nîşan Tirkiye Leşker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê Tirkiyeyê ragihand ku leşkerekî wan ji ber krîza dil miriye.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku çawîşê pispor Huseyîn Gunay, di dema erkê xwe de ji ber krîza dil miriye.

Wezareta Parastina li ser hesabê xwe yê Xê peyama Wezîr Yaşar Guler weşand.

Li gorî vê peyamê, dema ku ew leşker 17ê Îlona 2025an li ser erkê xwe bû ji ber krîza dil miriye.

Wezaretê li ser cihê mirina Huseyîn Gunay ti agahî nedan.

Li hêla din, ew li navçeya Erdemliyê ya Mêrsînê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst