Enqere (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) Kongreya xwe ya 39emîn a Asayî ya Bajêr a Enqereyê li dar xist.
Di kongreyê de Umît Erkol careke din wekî Serokê Rêxistina Enqereyê hat hilbijartin.
Kongreya Rêxistina CHPyê ya Enqerê di demekê de hat lidarxistin ku dadgeh dê 24ê mehê derbarê kongreya giştî ya partiyê de biryarê bide.
Parlamenter, endam û delegeyên CHPyê dibêjin ku tenê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) dikare li ser kongreyan biryarê bide û nabe dadgeh destwerdana karûbarên partiyê bike.
Di kongreya ku li Enqereyê hat lidarxistin de, ligel delegeyan, beşek ji parlamenterên CHPyê û Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş jî amade bûn.
Doza li dijî kongreya giştî
Tê payîn ku dadgeha Enqereyê di 24ê vê mehê de biryara xwe ya derbarê kongreya giştî ya CHPyê de bide.
Parlamenterê CHPyê Murat Emîr li ser dozê got, "Tiştek ji doza 24ê mehê dernakeve, ji ber ku ew dozeke ne rewa ye.
Em dizanin ku ev karekî derveyî hiqûqê ye. Em wek CHP bi hêz û yekdeng ber bi desthilatê ve dimeşin.”
Parlamenterê berê yê CHPyê Levent Gok jî wiha anî ziman,
"Partiya Komarî ya Gel partiyeke dîrokî û xwedî kok e. Ew dikare hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike.
Ez di wê baweriyê de me ku bi rêveberiya nû û kevin re, dê her kes destê xwe bide hev û pirsgirêkên heyî çareser bike.”
"Zext me dike yek"
Piraniya delegeyên CHPyê yên Enqereyê piştgirî da ku birêvebiriya niha û serokê wê li ser karê xwe bimînin.
Ji ber vê yekê, di kongreyê de bi yek lîsteyê hilbijartin hat kirin.
Delegeyê kongreyê Mehmet Umît Gulsal got, "Em bi yek namzedî diçin kongreyê da ku yekîtiya me xurttir bibe. Çiqas zextê li ser me bikin, em ew qasî zêdetir dibin yek."
Delegeyê kongreyê Selçuk Kula jî diyar kir, "Her kes operasyonên ku tên kirin dibîne.
Zextê li partiya me dikin. Tevahiya Tirkiyeyê dizane ku bi îftirayan şaredar û endamên me yên encûmenan girtin. Dixwazin pêşiya me bigirin."
Delegeyê kongreyê Mehmûd Kara jî anî ziman, "Kesekî ku berê di AK Partiyê de bûbû namzedê parlamenteriyê, niha li dadgehê doza li dijî CHPyê dimeşîne.
Ev yek ne rast e. Helbet dê rojekê hemû rastî derkevin holê.”
Di encama Kongreya 39emîn a Asayî de, Umît Erkol careke din wekî Serokê Rêxistina CHPyê ya Enqereyê hat hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse