Savcî Sayan: Siyasetmedarên Kurd partiyeke nû ava dikin

18-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Agirî Savcî Sayan îdia dike ku siyasetmedarên Kurd li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiyeke nû ava dikin û dê piştgiriya hevpeyamaniya Cumhur bike.

Serokê Şaredariya Agirî Savcî Sayan ku ser bi AK Partiyê ve ye li ser hesabê xwe yê twitterê avakirina partiyeke nû ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve îdia dike.

Savci Sayan dibêje partiya nû ji aliyên muhafezekar pêk tê û dê piştgiriya tifaqa MHP û AK Partiyê bike.

Sayan got: “Siyasetmedarên Kurd ên muhafezekar, li hemberî HDPê û terorê red dikin û piştevanên yekîtî û hevgirtina welat, partiyeke nû ava dikin û dê piştevaniya  tifaqa Cumhur bikin. Ev agahiyeke nû û teqez e.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di 4ê Mijdara 2020an de ragihandibû ku ji bo hevpeymaniya Mîlet belav bibe aliyê dijberê wan dest bi xebatan kirine û dixwazin partiyeke alternativê HDPê ava bikin.

Kemal Kiliçdaroglu gotibû: “Dixwazin tifaqa Mîlet perçe bikin. Ji bo avakirina partiyeke Kurdî ya bibe alternativê HDP dest bi liv û tevgeran kirin. Ez vê baş dizanim. Medyaya nêzîkî desthiltdarî fam kir ku nikarin tiştek ji me bikin. Ji bo avakirina partiyeke nû gelek pere xerc dikin. Dibêjin were pere amade ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst