Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hişyariya ba û barana gur a Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ya ji bo Stenbolê, Saziya Hêlên Esmanî ya Tirkiyeyê 40 geşt betal kirin.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê roja Çarşemê ji bo tevahiya bajarê Stenbolê hişyariya barana gur û lehiyê dabû.
Herwiha ragihandibû ku roja şemiyê ji deryayê dê ba û bahozeke gur rabe û leza wê di demjimêrekê de digihêje 90 heta 110 kîlometreyan.
Rêveberiyê roja înê asta hişyariya xwe ji bo rengê porteqalî bilind kir û got ku gûşareke zêde ji bo barîna baranê heye.
Piştî van hişyariyan Saziya Hêlên Esmanî ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku wan 40 geştên xwe yên esmanî yên navdewletî û navxwe yên li Stenbolê hilweşandine û ji welatiyan xwest ku li ser sîstema online geştên xwe kontrol bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî li ser hesabê xwe yê tora civakî û bi rêya SMSan hişyarî da welatiyan ku ji bo barana gur û lehiyê tedbîrên pêwîst wergirin.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo lehiyê û bandorên neyînî yên avûhewayê di amadebaşiyê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse