Parêzgariya Stenbolê li ser 'Fîlozof Remezan' daxuyanî da

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Ramazan Pîşkîn Fîlozof Remezan Parêzgariya Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê li ser kuştina Ramazan Pîşkînê ku wekî “Fîlozof Remezan” jî dihat naskirin daxuyanî da.

Parêzgariyê diyar kir ku ji bo girtina kujerên nayên naskirin xebatên wan berdewam in.

Sembola Mizgefta Mezin a Amedê Ramazan Pîşkîn, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve li çayxaneya xwe ya ku li navçeya Fetîhê ya Stenbolê ye rastî êrişa bi kêrê hat.

Pîşkîn di encama êrişê de bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û ew bir nexweşxaneyê

Pîşkîn li nexweşxaneyê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Polîs, ji bo girtina kujerên ku ji cihê bûyerê reviyane lêpirsîn da destpêkirin.

Daxuyaniya parêzgariyê

Parêzgariya Stenbolê li ser bûyerê di daxuyanî da û tê de wiha de got:

“Ramazan Pîşkîn demjimêr 13:50î li çayxaneya xwe ya ku li navnîşana 88an a Kolana Kocamustafapaşayê ya Taxa Cerrahpaşayê ye, ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve rastî êrişê hat.

Pîşkîn ku ji singa xwe 3 derbên kêran wergirt û tîmên 112an (tîmên tenduristiyê) ew rakirin nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan canê xwe ji dest da.

Xebatên eşkerekirina nasnameya kesê ku Pîşkîn kuştiye û girtina wî berdewam e.”

Dê li Amedê were definkirin

Xizmê Ramazan Pîşkîn Ahmet Arîf ji DHAyê re axivî û got:

“Rehmetî Ramazan kurê xaltiya min e. Min jî bihîst ku bi kêrê birîndar bûye, rakirine nexweşxaneyê û piştre jî miriye.

Piştî ku li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da ew rakirin Tiba Edlî. Ji niha û şûnve dê were teşhîskirin.

Piştre em dê cenazeyê xwe wergirin û piştî karên pêwîst li Amedê defin bikin.

Bûyerek pir bi êş e. Mirovekî bê zirer bû. Xwedê bi rehma xwe şa bike.

Em gelekî xemgîn in. Înşallah derkeve holê. Bi baweriya min dadwerî û polîs lêkolînên pêwîst dikin. Înşallah encam bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst