Li Tirkiyeyê krîza xaniyan: Tenê ji sedî 57ê xelkê xwedî xanî ye

3 demjimêr berê
Omer Sonmez
Dîmenê skeleteke avahiyekê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê skeleteke avahiyekê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Stenbol Kurdên Stenbolê TOKÎ
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyeyê bi armanca çareserkirina krîza xaniyan, bi rêya Serokatiya Îdareya Xaniyên Komî (TOKÎ) dest bi projeya avakirina 500 hezar xaniyên nû kir.

Welatiyên ku ji ber bihabûna zêde û krîza aborî nikarin xaniyan bikirin, eleqeyeke mezin nîşanî projeyê didin.

Kurdên ku li Stenbolê dijîn û bi salan e di xaniyên kirê de ne, dibêjin ku bi mûçeyên heyî û bihayên zêde êdî kirîna xaniyan ji bo wan bûye "xewn û xeyal."

Serlêdanên ji bo kirîna xaniyên TOKÎyê ku bihayê wan li gorî bazarê erzantir e û ji bo kesên kêmdahat hatine plankirin, 10ê Mijdarê dest pê kir û dê heta 19ê Kanûna Pêşîn a 2025an bidome.

Di nava mehekê de hejmara serlêdanan gihişt asta rekorê.

Heta niha 5 milyon û 440 hezar kesî bi rêya sîstema "E-Devlet"ê û bankayan serî li projeyê daye.

Di çarçoveya projeyê de herî zêde xanî dê li Stenbolê bên avakirin ku parê 100 hezar xaniyan dikeve vê parêzgehê.

Bihayê xaniyan di 10 salan de 18 qatan zêde bû

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), tenê ji sedî 57,7ê xelkê Tirkiyeyê xwedî xanî ye û yên din di xaniyên kirê de dijîn.

Daneyên aborî nîşan didin ku di nava 10 salên dawî de li Tirkiyeyê bihayê xaniyan 18 qatan û bihayê kirêya xaniyan jî 12 qatan zêde bûye.

Di demekê de ku mûçeyê herî kêm 22 hezar lîre ye, bihayê xaniyekî asayî li Stenbolê di navbera 4 milyon û 4 milyon û 500 hezar lîreyî de ye.

Ev nehevsengî kirîna xaniyan ji bo welatiyan dike karekî nemimkun.

Tîma Rûdawê li Stenbolê serdana qehwexaneyên Kurdan kir û guh da daxwaz û gazinên wan.

Gelek Kurdên ku ev zêdetirî 25 salan e li Stenbolê dijîn, hê jî nekarîne bibin xwedî xanî.

Aydin Bekerê 67 salî ku xelkê navçeya Hewêlê ya Sêrtê ye, 22 sal in li Stenbolê dijî.

Ew li navçeya Zeytînburnuyê bi malbata xwe ya 12 kesî re di xaniyekî kirê de dimîne û mehane 22 hezar lîre kirê dide.

Beker ji bo debara malbata xwe li qehwexaneyekê rojê zêdetirî 10 demjimêran li ser piyan dixebite.

Aydin Beker ji Rûdawê re got, “Ev 22 sal in ez li Stenbolê me. Em ji bajarê xwe ji bo kar hatin vir.

Wê demê me dikaribû xanî bikiriya lê ji ber debarê me nikaribû. Jixwe niha jî ji ber krîz û bihabûnê êdî kirîna xaniyan bûye xewn û xeyal.

8 zarokên min nezewicî ne, ez nikarim wan bizewicînim. Ez ji 15 saliya xwe ve dixebitim lê hêj min nekarî tiştekî bidim ser hev. Vaye temenê me xelas dibe.”

“Ger dewlet dewlet be divê bibe alîkar”

Li qehwexaneyeke din a li navçeya Fatîhê, komeke kalemêrên Kurd ku temenê wan di navbera 66 û 80yî de ye, behsa rewşa xwe dikin.

Ew xelkê Mêrdîn, Êlih û Agiriyê ne û ev 25 sal in li Stenbolê ne. Di nav wan de tenê du kes mûçeyê teqawidbûnê distînin ku ew jî 15 hezar û 800 lîre ye.

Dawûd Kansu yê teqawidbûyî yê ku 21 sal in li Stenbolê ye, diyar kir ku 14 zarokên wî hene û got:

“9 kur û 5 keçên min hene. Hemû jî bê xanî ne. Eger dewlet dewlet be, pêwîst e erka xwe bîne cih û ji bo kesên bêmal bibe alîkar. Nexwe çima xelk li kolanan dijîn?”

Pêvajoya pişkavêtinê û teslîmkirinê

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, xaniyên TOKIyê dê bi qebareya 55 metre çargoşe (1+1) û 65 metre çargoşe (2+1) bên avakirin.

Welatî dê bikaribin bi pêşekiya ji sedî 10 û teqsîtên 240 mehî bibin xwedî xanî.

Pêvajoya diyarkirina xwediyên xaniyan dê bi pişkavêtinê be. Pişkavêtina yekem 29ê Kanûna Pêşîn a 2025an û ya duyem jî 27ê Sibata 2026an tê kirin.

Encamên fermî dê 2yê Adara 2026an bên eşkerekirin û tê plankirin ku xanî heta Adara 2027an radestî xwediyên wan bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst