Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di civîna Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê de axivî û soza "aşitiyeke mayînde" da.
Kurtulmuş got, "Em dê aştiya mayînde mezin bikin û vê carê bi hev re bi ser bikevin."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro civîna xwe ya 17emîn li dar xist.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn û derbarê pêvajoyê de zanyarî dan komîsyonê.
"Bêyî guhdarîkirinê dadmendî nabe"
Numan Kurtulmuş di destpêka axaftina xwe de ragihand ku komîsyon hevbeşiyan zêde dike û cudahiyan kêm dike û got:
“Bêyî guhdarîkirinê dadmendî nabe. Bêyî têgihiştinê biratî xurt nabe û standardên demokrasiya me bilind nabin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê da zanîn ku armanca wan xurtkirina "hişmendiya welatîbûna wekhev" û serweriya hiqûqê ye.
"Her êrîşek me bêtir bi hev ve girê dide"
Kurtulmuş bal kişand ser wan aliyên ku li dijî pêvajoyên ne û got:
"Em baş dizanin kî ji yekitiya me aciz e. Her êrişek li ser yekitiya me, me bêtir bi hev ve girê dide."
Wî her wiha behsa wan aliyên ku dixwazin pêvajoyê asteng bikin kir û got:
“Hinek ji ber hesabên şexsî û hinek jî ji ber xemên post û mewqiyan, hewl didin vê pêvajoyê rawestînin.
Lê hewldanên wan dê li dîwarê îradeya gel bikevin."
"Yên ku têk diçin dê aliyên dijber bin"
Kurtulmuş di dawiya axaftina xwe de bi israr tekezî li ser serkeftina pêvajoyê kir û got:
"Em dê aştiya mayînde mezin bikin. Divê norma me ya nû di siyasetê de çanda lihevkirinê be.
Vê carê em dê bi hev re biaxivin û bi ser bikevin. Yên ku têk diçin dê aliyên dijber bin."
Piştî axaftina Kurtulmuş, civîn li ser daxwaza piraniya partiyan bi awayekî girtî berdewam kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse