Kurtulmuş: Divê maf û rûmeta Kurdan û şanaziya Tirkan di hevsengiyê de bin

26-09-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Pêvajoya Çareseriyê Komîsyona Pêvajoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got, piştî ku PKK pêvajoya çekdanînê temam bike, dê pêvajoya li parlamentoyê jî bileztir bibe û da zanîn ku ji ber şert û mercên herêmê divê Tirkiye bilez tevbigere.

Numan Kurtulmuş di Civîna Nirxandina Sala 3yemîn a Yasadanînê de axivî.

Kurtulmuş diyar kir ku piştî PKK hem li Tirkiyeyê û hem jî li derveyî welat pêvajoya çekdanînê temam bike, dê xebatên li parlamentoyê jî bileztir bibin.

"Pêvajoyeke hestyar e, divê em bilez bin"

Serokê Parlamentoyê bal kişand ser şert û mercên herêmê û eşkere kir ku divê Tirkiye bi lez pêvajoyê bi encam bike.

Numan Kurtulmuş behsa xebatên Komîsyonê jî kir û wiha domand:

“Pêvajoyeke hestyar e lê di heman demê de divê em bi lez kar û xebatên xwe bikin.

Şert û mercên herêmê û egera guherîna bi lez a hevsengiyên navneteweyî nîşan didin ku divê Tirkiye bi lez vê pêvajoya yekîtî û biratiyê bi encam bike.

Ji ber wê jî li aliyekî em guhdariya hemû beşên civakê dikin ku razîbûnek çêbibe, li aliyê din jî em lez dikin ku pêvajo bi encam bibe.

Divê pêvajo bi gavên ewle bê birêvebirin.

Ji destpêkê ve ez dibêjim divê her du alî di hevsengiyê de bên girtin.

Li aliyekî hûn dê maf û rûmeta Kurdan esas bigirin, li aliyê din hûn dê şanaziya Tirkan ku piraniya Tirkiyeyê pêk tînin, esas bigirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst