TAYBET - Otogara Stenbolê berê mişt tiji bû lê niha vikîvala ye

1 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Otogara Stenbolê / Wêne: Rûdaw
Otogara Stenbolê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Otogara Stenbol Cejn Rêwî Krîza Aborî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Otogara Mezin a Stenbolê ku otogara sêyemîn a herî mezin a cîhanê ye, beriya cejnê di nav bêdengiyeke ecêb de ye.

Beriya cejna ku li seranserê cîhanê xelk dikeve rê û dirban, her sal di van deman de li vê otogarê qerebalixiyeke mezin çêdibû.

Rêwiyan ji bo peydakirina bilêtan hevdû dida ber dehfan lê îsal ji ber bandora krîza aborî, otogara mezin ji rojên xwe yên asayî jî bêdengtir e.

Bêdengiyeke gelekî bêdeng

Her sal di rojên beriya cejnê de li otogarê qerebalixiyeke mezin çêdibû û peydakirina cih û bilêtan hema bêje ne gengaz bû.

Hemû şirketên ku salên borî seferên xwe zêde dikirin, niha hewl didin ku seferên heyî tije bikin.

Lê heta niha ji sedî 10ê kursiyan vala ne û gazin zêde û curbicur in.

“Pê û baskên me dişikin”

Serokê Federasyona Xwediyên Otobusan Bîrol Ozdemir got, “Hejmara şirketan kêm dibe.

Hejmara otobusan ji 8 hezar û 500î daketiye 5 hezarî, heta 4 hezarî. Hejmara şirketan ji 400î daketiye 330î.”

Ozdemîr diyar kir dema ku mazot biha dibe, ew zêdetir zererê dibînin û got, “Her ku mazot biha dibe pê û baskên me dişikin.

Derketina ji otogarê, pir, otoban hemû bi pere ne. Sîgorte û meaşê ajokaran jî bi ser de ye.”

“Em li salên berê digerin”

Di demên normal de rojane nêzîkî 1,500 otobus ji vê otogarê derdiketin û ber bi çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve diçûn.

Di rojên beriya cejnan de jî ew hejmar ji 2 hezar otobusan derbas dibû.

Lê ew hejmar di demên normal de daketiye 700 seferan û tê payîn ku hejmara seferan di rojên cejnê de bigihîje 1,300 seferan.

Şirket ji erzaniya bilêtan û rêwî jî ji bihabûna wan gazinan dikin.

Karmendê şirketeke otobusan Nîhat Ozmen got, “Sal diçe em li ya berê digerin. Îsal me pê... Ez nebêjim.

Îsal kes nîne, otobus vala ne. Rêwî nînin. Nizanim ji ber şer e, ji ber tiştekî din e.

Ew otobusa doh ji Amedê hatiye, tenê rêwiyek tê de bû. Çûn û hatina Amedê tenê 70 hezar lîre ji bo mazotê ye.”

Karmendekî şirketeke otobusan Fahrettîn Abdulcabar jî anî ziman, “Welahî ne wekî her sal e lê dîsa jî rêwî hene.

Me sefer zêde nekirine. Rewş ne baş e. Ji ber bihabûna mazotê û krîzê ye.”

"Ev zilm e"

Welatiyê bi navê Nîhat Bagci jî gazina xwe wiha anî ziman:

“Bihayê bilêtê 2 hezar lîre bû, niha kirine 2 hezar û 700. Her kes ketiye fersenda xwe.

Heta ez biçim Wanê dê 4 hezar lîre mesrefa min be. Ev zilm e.”

Ji ber gelek sedeman, bihayê bilêtên otobus û balafiran hema bêje wekî hev bûye.

Ji ber ku bi otobusan xelk dikare gelek eşyayên xwe jî bi xwe re bibe, seferkirina bi wan li Tirkiyeyê hîn jî di rêza yekem de ye.

Lê diyar e ku ev derfet û alternatîv jî hêdî hêdî ji rojeva xelkê derdikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst