Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê cejn e lê hinek kes ji bihabûna zêde gazinan dikin û dibêjin ku cejn li wan herimiye.
Navçeya Emînonuyê ya Stenbolê mişt xelkê bajêr û geştyar e lê kesin dibêjin ku wan ji ber bihabûnê ti cejn nekiriye, hinek kes jî şikir dikin.
“Tu nikarî 200 lîreyî bidî zarokan”
Murat Karabulutê şêniyê Stenbolê yek ji gazinkeran bû û got:
"Tu diçî mêvandariyê û zarok tên destê te maç dikin lê tu nikarî 200 lîreyî bidî wan. Bê guman rewşa aborî bandor li cejnê kiriye."
Tenê rojên 5 û 6ê Hezîranê de Balafirgeha Stenbolê pêşwazî li 500 hezar geştyaran kiriye û qerebalixiya zêde vê rewşê nîşan dide.
“Ji ber kêmasiyên aborî ye”
Faruk Demîr gazin kirin ku geştyar dikarin cejnê bikin, ne ew û li pey çû:
"Temaşe ke! Geştyarên Ewropayî û cihên din li welatê me ne wekî ku li malên xwe bin lê em li welatê xwe wekî biyaniyan in. Ev jî ji ber kêmasiyên aborî ye."
Divê were gotin ku hezîrana par dolarek bi 32 lîreyan dihat kirîn û firotin lê îro dolarek bi 39 lîreyên Tirkî ye.
Helbet gazin zêde ne lê li gorî nihek kesan jî rewş ne ew qasî xerab e.
“Ji vê xirabtir jî heye”
Gazî Çakmakê ku yek ji şikirdaran e got, "Bê guman tam û kêfa cejnên salên berê nemaye lê dîsa jî şikir. Em çi bikin? Ji vê xirabtir jî heye."
“Şikir ji bo vê jî”
Hetîce Akbulutê jî qala “aramî”yê kir û biland:
"Şikir ji bo vê jî, qet nebe hewayeke aram heye. Bê guman ne wekî cejnên berê ye.
Berê di cejnan de em hemû li cihekî kom dibûn. Çûn û hatin hebû lê niha hemû diçin geştê."
Li gorî rapora Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) par dahata geştyariyê ya Stenbolê 61 milyar û 103 milyon dolar bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse