Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Yahşihanê hat desteserkirin.
Şaredarê navçeya Yahşihanê ya Kiriklaleyê yê AK Partiyê Ahmet Sungur danê sibehê li mala xwe hat desteserkirin.
Ahmet Sungur di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Kiriklaleyê de hatiye desteserkirin.
Hîn sedema desteserkirinê nehatiye ragihandin lê hat diyarkirin ku di operasyonê de hinek karsaz jî hatine desteserkirin.
Derbarê mijarê hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse