Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz bangî partiyên siyasî kir û got, “Eger partiyek nexwaze biçe Îmraliyê, divê vê yekê bi awayekî vekirî ji raya giştî re eşkere bike."
Yildiz her wiha da zanîn ku biryara çûna Îmraliyê dê roja înê di civîna Komîsyona de bê dayîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê peyamek belav kir.
Fetî Yildiz pêvajoya ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heye wekî pêvajoyeke serkeftî nirxand.
Wî tekez kir ku armanca sereke ya pêvajoyê bêyî ti şert û mercan fesixkirina PKKyê û radestkirina çekan e.
Bi gotina Fetî Yildiz, maf û azadiyên bingehîn nabe bibin mijara dan û standin û bazariyê.
Yildiz derbarê civîna roja înê jî got ku Komîsyon dê biryara çûna Girava Îmraliyê bide.
Li gorî gotina Yildiz, tê plankirin ku şandeyek ji parlamenterên hemû partiyan giravê ziyaret bike da ku nêrîna Abdullah Ocalan wergirin.
Wî careke din bangî partiyan kir û got, "Eger partiyeke siyasî nexwaze parlamenterekî bide şandeyê, divê vê yekê bi awayekî vekirî û zelal bi raya giştî re parve bike."
Komîsyona navborî, duh civîna xwe ya 17emîn li dar xistibû û diyar kiribû ku dê roja înê li ser çûna Îmraliyê dengdan were kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse