Parêzerê malbata Dedeogullari: Dixwazin delîlan reş bikin

20-09-2022
RÛDAW
Nîşan Doza Malbata Dedeogullari Konya Atilla Kart
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerê Malbata Dedeogullarî û parlamenterê berê yê Atilla Kart ragihand ku hewl tê dayîn ku delîlê doza Malbata Dedeogullari bê reşkirin û got: “Niha em dixwazin hewla wan kesan têk bibin. Em ji raya giştî daxwaz dikin wek mirov li dijî vê bûyerê xwedî helwest bin.”

Li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê, rûniştina doza kuştina malbata Dedeogullari ya ku li navçeya Meramê ya Konyayê pêk hatibû îro Sêşemê 20ê Îlona 2022ê bi amadebûna parêzeran berdewam dibe.

Parêzerê Malbata Dedeogullarî û parlamenterê berê yê Atilla Kart li berê Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê ji Rûdawê re derbarê dozê de axivî: “Tiştên di dema lêpirsînê de nedihatin zanîn hebûn lê li gor zanyariyên ku di dema darizandinê de derketine holê, du xulek dîmenên kamerayê ku dema qetilkirina malbatê de hatine kişandin hatine jêbirin. Ya herî girîng jî 2ê Tebaxê 45 xulek hevdîtinên kujêr ên berî û piştî bûyerê derketin holê. Ev jî diyar dike ku ev kuştin bi awayekî organize hatiye kirin. Mixabin dîmenekî wiha derket holê ku di vê proseya darizandinê de hinek kesên xwedî erkên fermî jî beşdarî vê qonaxê bûne.”

“Çapemenî ji ber desthilata AKPê bêdeng e”

Atilla Kart amaje bi wê yekê kir hewl tê dayîn ku delîl bêne reşkirin  û got: “Em careke din bo raya giştî dibêjin 7 welatiyên me yên Kurd hatin kuştin û em dibînin ku ji bo delîl bên reşkirin û ser bûyerê bê girtin hewlên hinek kesên rayedar ên ne yasayî çêdibin. Niha em têkoşîna wê dikin. Niha em dixwazin hewla wan kesan têk bibin. Em ji raya giştî daxwaz dikin wek mirov li dijî vê bûyerê xwedî helwest bin. Çapemenî jî ji ber dorpêçkirina desthilata AKPê bêdeng e û ligel ku dozeke wiha girîng tê birêvebirin ji xeynî televîzyona Rûdawê ti ragihandinek li vê derê ne amade ye.”

“Berpirsên qetlîamê rayedarên dewletê ne”

Parêzerê doza malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut beriya du rojan li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiribû û gotibû: “Berpirsên qetlîamê rayedarên dewletê ne ku ligel daxwaza me parastina malbatê nekirin. Berpirsên edaleta ku dê pêk neyê ew kesên ku wek tê xwestin li vê dozê xwedî dernakevin. Em banga  beşdarbûn û piştgiriya bo rûniştina 20ê Îlonê dikin ku dê li Konya birêve biçe.”

Ji bilî parêzerên malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut û Atilla Kart; Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gokdemîr, Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Nilay Nayman, nûnera Navenda Giştî ya ÎHDê Sevînç Koçak, Koordînatorê TÎHVê Îsmaîl Noyraz, parêzerê Komîsyona Hiqûqê ya HDPê Sîpan Cizrelî û rêveberê Rêxistina HDPê ya Konyayê beşdarî rûniştina dozê bûne.

Mehmet Altûn bi SEGBISê beşdar bû

Kujer Mehmet Altûn ê ji dozê de hat hate girtin,  bi rêya sîstema deng û reng ya (SEGBİS) beşdarî rûniştinê bû, lê bersiv neda pirsên parêzeran. Herwiha Alî Keleş û Lutfî Keleş ên ji doza komkujiyê dihatin darizandin jî bi SEGBÎSê beşdarî rûniştinê bûn.

Di çarçoveya doza kuştina malbata Dedeogullarî de, du bersûç bi navên Lûtfû Keleş û Ali Keleş bi awayekî girtî tên darizandin. Lê belê di çarçoveya heman dozê de 7 bersûç jî bi awayekî negirtî tên darizandin.

Doz bo 27ê Cotmehê hat paşxistin

Rûniştina doza kuştina malbata Dedeogullari ya îro li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê, bidawî hat û biryar e rûniştina din 27ê Cotmehê were dîtin.

Di rûniştinê de biryar hat dîtin ku berguman Mehmet Altun girtî bimîne.

Piştî êrîşa 12ê Gulana 2021ê, kujerê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmeha 2021an li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qers a Bakurê Kurdistanê bûn û 7 endamên malbatê kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qers a Bakurê Kurdistanê çûbûn Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê bicîh bûne. Doza êrîşa nijadperestî ya 12ê Gulana 2021ê û doza kuştina 7 endamên malbatê, wek du dozên cuda tên birêvebirin û daxwaza parêzeran a yekkirina dozan ji aliyê dadgehê ve hatiye redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst