Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli li ser bûyera daxistina ala Tirkiyeyê ya li ser sînorê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê daxuyanî da û DEM Partî tohmetbar kir.
Devlet Bahçelî derbarê bûyera ku li Nisêbînê ji aliyê komekê ve li ser xeta sînor alaya Tirkiyeyê hatibû daxistin got, "Berpirsê pileya yekem ê vê çalakiya bêşeref hevserokên DEM Partiyê ne."
Bahçelî bûyer wekî "kumpasa Siyonîst-emperyalîst" pênase kir û îdia kir ku di navenda vê "provokasyonê de çûna DEM Partiyê ya Nisêbînê" heye.
Rexne li Tuncer Bakirhan
Serokê MHPyê bi taybetî şêwaza Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan rexne kir û wiha got:
"Aşkere ye ku DEM Partiya ku komcivîna xwe li Nisêbînê li dar xist û hevserokên ku di vê çarçoveyê de axivîn, berpirsên pileya yekem ên daxistina alaya Tirk in.
Bi taybetî axaftina xafîl a Hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan a ku bê baldarî, cidiyet, nezaket û mesûliyet bû tansiyona hawîrdora tehrîkê zêde kir."
3 pirs ji DEM Partiyê
Bahçelî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku DEM Partî di rêyeke du devî de ye û divê birêvebiriya partiyê biryareke zelal bide.
Serokê MHPyê ev 3 pirs ji DEM Partiyê kirin:
"Li cem rêberê damezrîner ê PKKyê ne, yan li hemberî wî ne?
Dê di yedeka terorê de bisekinin, yan dê xizmeta paşerojeke bê teror bikin?"
Dê li cem çek û tundiyê cih bigirin, yan dê girêdayî erdemên siyaset û demokrasiyê bimînin?"
"Xizmeta polîtîkayên Îsraîlê dikin"
Bahçelî rûdanên li ser xeta sînor wekî “lîstika hêzên derve” şîrove kir û DEM Partî bi "tehrîkkirina welatiyên Kurd" û "xizmeta polîtîkayên Îsraîlê" tohmetbar kir.
Devlet Bahçelî wiha pê de çû:
"Divê DEM Partî demildest dev ji ajîteekirina birayên me yên Kurd, avkêşana aşê Siyonîzmê û tevdanîna agirê ku temirî ye berde.
Li ser xeta sînor kumpasa Siyonîst-emperyalîst ketiye dewrê û ala me bi awayekî bêşerefxane hatiye daxistin."
Bahçelî herî dawî hişyarî da û got, "Aliyekî vê mesleyê yê henekê nîne, nabe ku were biçûkdîtin. Divê her kes aqilê xwe bîne serê xwe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse