Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona li dijî tiryak û madeyên hişbir de ku li 14 bajaran bi hevahengî pêk hat, hejmara kesên hatine girtin gihişt 566an.
Di çarçoveya lêpirsînên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve tên meşandin, di operasyona 17ê Nîsanê de ya li dijî kesên ku hatibûn tesbîtkirin ku wan bazirganiya tiryakê kiriye, 566 kes ji aliyê dadgehan ve hatin girtin.
Hat ragihandin ku kar û barên polîsan ên ji bo kesên din ên hatine desteserkirin hîn jî berdewam dikin.
Hat zanîn ku îfadeyên kesên ku ji ber sûcên din di girtîgehan de ne dê di vê hefteyê de bên standin û dê ji bo lêpirsînê bên şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse