Heyeta Îmraliyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

21-04-2025
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê Pêvajoya Çareseriyê Pervîn Buldan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol pêk tê, berê xwe da Girava Îmraliyê da ku bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.

Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parêzerê Buroya Hiqûqî ya Asrînê Faîk Ozgur Erol di nav Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê de ne.

Heyetê berê xwe dan Girava Îmraliyê ji bo bi Abdullah Ocalan re bicive. Heyetê herî dawî 27ê Sibatê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. 

Endamê Heyeta DEM Partiyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ji ber rewşa wî ya giran di heyetê de cih negirtiye.

DEM Partiyê li ser çûna heyetê got,"Endama Heyeta Endama Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parêzerê Buroya Hiqûqî ya Asrînê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re berê xwe dan Îmraliyê."

Hevdîtinên li Îmraliyê

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Omer Heyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind de tên girtin. Hevdîtinên malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li wir ji salên dirêj ve tên astengkirin.

Abdullah Ocalan, piştî 44 mehên di 23yê Çiriya Paşîn a 2024an de di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi biraziyê xwe Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin kir.

Paşê destûr hat dayîn ku Heyeta DEM Partiyê biçe Îmraliyê. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an, 22yê Kanûna Paşîn û 27ê Sibatê de 3 caran çû Îmraliyê.

Di du hevdîtinên ewil de Sirrî Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtin.

Ocalan di hevdîtina sêyem de banga çekdanînê li PKKyê kir

Di hevdîtina sêyemîn de,  Pervîn Buldan û Sirrî Sureyya Onder, Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqî ya Asrînê Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol û Ehmed Turk jî cih girtin.

Di hevdîtina li Îmraliyê de, girtiyên Omer Heyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş jî beşdar bûn.

Abdullah Ocalan, di hevdîtina 27ê Sibatê de bangek radestî Heyeta Îmraliyê kir.

Ocalaln di wê bangê de bang li PKKyê kir ku çekan deyne û xwe fesix bike.

Her wiha Abdullah Ocalan û girtiyên din, di çarçoveya destûra Cejna Remezanê de 31ê Adarê de jî bi malbatên xwe re hevdîtinek pêk anîn.

Biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan, birayê Konar Elî Konar, birayê Yildirim Polat Yildirim û xwişka Aktaş Sebîha Aslan beşdarî hevdîtinê bûbûn.

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirrî Sureyya Onder û Pervîn Buldan, di çarçoveya pêvajoyê de di 10ê Nîsanê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabûn.

Dihat hêvîkirin ku kesên di heyetê de cih digirin, piştî vê hevdîtinê biçin Îmraliyê.

Endamê heyetê Sirrî Sureyya Onder, di 15ê Nîsanê de ji ber firehbûna damarê aortê krîza dil derbas kir. Onder, hê jî li Nexweşxaneya Florence Nightingale a li Stenbolê tê dermankirin û rewşa tenduristiya wî giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst