Davutoglu naxwaze alîkarê serokkomar Kurd be

21-07-2025
Nîşan Bahçelî Davutoglu Alîkarê Serokkomar Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, pêşniyara Devlet Bahçelî ya bi şiklê "Bila alîkarekî serokkomar ê Kurd û yekî Elewî hebe" bi rengê “Ev teklîf gelekî metirsîdar e” nirxand.

Hatibû îdiakirin ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji parlamenterên partiya xwe re gotiye, "Bila alîkarekî serokkomar ê Kurd û yekî Elewî hebe.”

Heta niha MHP û Bahçelî negotiye ku ev angaşt ne rast e.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ev mijar ji rojnameger Bariş Terkoglu re şîrove kir.

“Gelekî metirsîdar e”

Davutoglu, li ser vê pêşniyara ku cara ewil ji aliyê rojnameger Îsmaîl Saymaz ve hatibû nivîsandin û hatibû îdiakirin ku Bahçelî di civîneke bi parlamenterên xwe re aniye ziman, wiha got:

"Divê birêz Bahçelî bi xwe vê pêşniyarê zelal bike.

Eger ev ji bo başiya pêvajoyê wekî pêşniyareke demkî hatibe gotin, dikare were nîqaşkirin lê eger vê wekî sîstemekê pêşniyar bike, gelekî metirsîdar e. Ez qet rast nabînim.

Têgeha wekheviya welatiyên Komara Tirkiyeyê têk dibe. Eger hûn ji aliyê din ve bixwînin, tê wateya ku Kurd û Elewî nikarin bibin serokkomar.

Li Libnanê siyasetmedarekî Sunî dema dest bi siyasetê dike dizane ku nikare bibe serokkomar. Yekî Şîe dizane ku dê bibe serokê parlamentoyê lê nabe serokwezîr.

Li Îraqê jî bi heman awayî li gorî temsîla etnîk û mezhebî post hatine dabeşkirin.

Eger li Tirkiyeyê ev model were pejirandin dê têgihiştina dewleta neteweyî bihejîne."

"Divê lîyaqat û îradeya neteweyî esas werin girtin"

Davutoglu teqezî li ser wê yekê kir ku divê pergala destûrî ya Tirkiyeyê ne li gorî nasnameyên etnîk an mezhebî be û li pey çû:

"Li Tirkiyeyê her kes dema ku bi îradeya milî were hilbijartin dikare bibe serokkomar.

Her kes dikare li ser bingeha ehliyet û lîyaqatê bibe alîkarê serokkomar.

Îro jixwe di vê çarçoveyê de Cevdet Yilmazê ku xwedî nasnameya Zaza-Kurd e, wezîfeya alîkariya serokkomariyê dimeşîne lê wezîfe li gorî nasnameyên etnîkî yan mezhebî nayên pênasekirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst