Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyeyê bidomînin û got, "Em Sûriyeyê bi tenê nahêlin."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî 80emîn Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe çû Amerîkayê û di rojeva wî de Filistîn û Sûriye hene.
Erdogan îro beriya ku ber bi Amerîkayê ve bifire li Balafirgeha Ataturkê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Serokkomarê Tirkiyeyê dê di çarçoveya serdanê de 25ê Îlonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî bicive.
Erdogan li ser pirseke derbarê Sûriyeyê diyar kir ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî beşdarî civînê dibe û ew dê ji bo bihêzkirina Sûriyeyê piştgiriya xwe bidomînin.
Recep Tayyîp Erdogan wiha axivî:
"Demeke dirêj derbas bû. Piştî vê dema dirêj, Sûriyeyê cewher û serxwebûna xwe bi dest xist.
Vê rewşa cîranê me Sûriyeyê em jî aram kirin.
Çûn û hatina berdewam a çend hevalên me û zêdekirina piştgiriya me ya li wê derê bûye sedema destpêkirina serdemeke nû.
Herî dawî li Qeterê hevdîtina me ya bi Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve re çêbû.
Li gel vê yekê, Serokê me yê Îstixbaratê jî çû serdana wê derê.
Di demeke nêzîk de Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve dê werin serdana Enqereyê.
Em dê li Mala Tirkan a li Amerîkayê jî hevdîtinê bikin. Em Sûriyeyê bi tenê nahêlin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse