Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê, xwişka yek ji damezrînerên PKKyê Alî Haydar Kaytan, Gulluşan Kandemir ku hatibû desteserkirin bi biryara dadgehê hat girtin.
Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê, Gulluşan Kandemir a xwişka yek ji damezrînerên PKKyê Alî Haydar Kaytan, bi idîaya “pereyên li derveyî welat li ser navê rêxistinê kom dibin li malbatên endamên rêxistinê belav dike” li navçeya Eregliyê ya Konyayê bi biryara dadgehê hat girtin.
Hatiye ragihand ku Gulluşan Kandemir demeke dirêj bû dihat şopandin û polîsan li mala wê dest danîne ser çend belgeyên rêxistinê ku wek arşîv tên hesibandin.
Kandemir roja Pêncşemê 20ê Temûza 2023an hatibû desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse