Çi bi parêzgar û qeyûmê Dêrsimê hat?

21-05-2025
Nîşan Dêrsim Parêzgar Alî Haydar Kaytan Riza Altun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê gotin ku parêzgar û qeyûmê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu xwestiye îstifa bike û Wezareta Karên Navxwe jî ew ji erkê wî vekişandiye.

Bulent Tekbiyikoglu sala 2023yan bûbû parêzgarê Dêrsimê û 22 Çiriya Paşîn a 2024an jî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ew wekî qeyûm danîbû ser Şaredariya Dêrsimê ku di destê DEM Partiyê de bû.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê ragihandibû ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altun wefat kiriye.

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun doh li Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Li gorî hinek angaştan Bulent Tekbiyikoglu piştî “telefoneke ku ji Enqereyê hatiye” destûr daye çalakiya bibîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altun.

Li gorî Nowhaberê Tekbiyikoglu piştî vê yekê xwestiye ku îstifa bike û daxwazname daye Wezareta Karên Navxwe.

T24ê jî da zanîn ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ew ji erkê wî vekişandiye û nivîsa wezaretê çûye ji Parêzgariya Dêrsimê re.

Divê were gotin ku heta niha li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst