Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li Dêrsimê hatin bibîranîn

18-05-2025
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê ji bo  Alî Haydar Kaytan û Riza Altun merasîmek hat lidarxistin/Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Li Dêrsimê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun merasîmek hat lidarxistin/Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Nîşan Dêrsim Alî Haydar Kaytan Riza Altun
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê serkirdeyên PKKyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun hatin bibîranîn.

Piştî eşkerekirina can jidestdana her du serkirdeyên PKKyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê merasîmên bîranînê hatin sazkirin.

Roja Şemiyê 17ê Gulanê li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê bi beşdariya parlamenter û berpirsên DEM Partî û DBPê û malbatên wan ji bo her du serkirdeyên PKKyê bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bîranînê li Dêrsimê bû.

"Dêrsim şahidê gelek tiştan e"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li ser Dêrsim û û gelê wê wiha got:

"Em niha li Dêrsimê ne, erdnîgariya Dêrsimê gelek tiştan raverî pêşberî me dike, şahidê gelek tiştan e.

Li vî welatî gelek êş hatine kişandin, gelek komkujî û qirkrin di dîroka Dêrsimê de heta niha tên kişandin.

Birêz Riza Altun û Alî Riza Kaytan jî di dîroka Dêrsimê de malbatan wan, ên berî wan dapîrên wan, bapîrên wan qirkirineke mezin jiyabûn.

Sekna wan jî li hemberî vê qirkirin û tepisandinê bû."

Kaytan û Altun bi xwendina gulbang û beytan hatin bîranîn û di bernameyê de loqme hatin belavkirin.

"Alî Haydar Kaytan û Riza Altun 50 sal in ji bo Kurd û Elewiyan têkoşîn dikir"

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak wiha axivî:

"50 sal in Alî Haydar Kaytan û Riza Altun di vê rêyê de ji bo rastiyê, ji bo gelê Kurd, ji bo Elewiyan têdikoşin.

Îro gelê Dêrsimê ji bo wan li hev dicive û razîbûna xwe ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun nîşan dide."

Parlamenterê berê yê HDPyê Alîcan Onlu li ser Altun û Kaytan wiha got, "Em îro ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun ên ku wefat kirin civiyan.

Di şexsê wan de, em kesên ku di sala 1938an de bê kefen razane û kesên ku di têkoşîna li ser van axan, li axa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tînin. Serê gelê Kurd û Dêrsimê sax be."

Malbatên wan dê sersaxiyên Kaytan û Altun li navenda Dêrsimê qebûl bikin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di kongreya xwe ya 12emîn de ku di navbera 5-7ê Gulanê de sazkirin eşkere kir ku Alî Haydar Kaytan sala 2018an û Riza Altun sala 2019an canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst