Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, li girtîgeha Edîrneyê Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kirin.
Demîrtaş û Mizrakli piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û wan got ku divê dem vala neyê derbaskirin û demildest gavên pêwîst bên avêtin.
Sezgîn Tanrikulu îro li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli re hevdîtin kir.
Tanrikulu piştî serdanê daxuyaniyek da çapemeniyê û peyamên Demîrtaş û Mizrakli yên li ser pêvajoya çareseriyê ji raya giştî re ragihandin.
Tanrikulu diyar kir ku rewşa tenduristiya wan baş e û ew pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.
"Bila dem vala neçe"
Bi gotina Tanrikulu, Demîrtaş û Mizrakli di wê baweriyê de ne ku metirsiya herî mezin a di pêvajoyê de ew e ku dem vala bê derbaskirin.
Wan ji Tanrikulu re gotiye ku divê ev dem pir baş bê nirxandin û demildest gavên yasayî û pêwîst bên avêtin da ku baweriya civakê bi pêvajoyê xurt bibe.
Parlamenterê CHPyê bal kişand ser wê yekê ku agahiya her du siyasetmedarên Kurd a ji pêvajoyê ji ber şertên girtîgehê kêm e û nerînên wan wiha anî ziman:
“Wan ji me re got ku divê ev dem gelek baş bê nirxandin û vala neyê derbaskirin.
Divê demildest sererastkirinên yasayî û gavên din ên pêwîst bên avêtin da ku baweriya civakê bi pêvajoyê xurt bibe.
Lê mixabin ne tenê ev nayê kirin, belkî kiryarên antîdemokratîk zêde dibin û berdewam dikin.
Ji ber wê ev jî yek ji metirsiyên herî mezin ên li ser pêvajoyê ye.”
“Em di her şert û mercî de alîgirê aştiyê ne”
Tanrikulu di dawiya axaftina xwe de got ku her du siyasetmedaran piştgiriya xwe ya ji bo aştiyê anî ziman û wiha li pey çû:
“Tenduristiya wan baş e lê wan bi taybetî diyar kir ku ew di her şert û mercî de alîgirê aştiyê ne û nerîn û piştgiriya xwe ya li ser pêwîstiya çekdanînê anîn ziman.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse