Sancar ji bo Ocalan bang li partiyên opozîsyonê kir

22-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar Abdullah Ocalan PKK Çekên Kîmyevî Partiyên Opozîsyonê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê Mîthat Sancar ji bo hevdîtin bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bên kirin bang li partiyên opozîsyona Tirkiyê kir û got “Me bang li hemû aliyên opozîsyonê jî kiribû. Me diyar kiribû ku ji bo wan jî rêya herî baş ew e ku şandeyan ava bikin û daxwaza hevdîtinê li Îmraliyê bikin. Niha me ev daxwaz bi nîqaşkirina di komîteyên xwe de veguherand daxwaznameyekê.”

Hevserokên HDPê yên Parêzgehan li Enqerê di bin serokatiya Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar de ji bo geşedanên siyasî û bernameya xebatê ya serdema bê civiyan.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar axaftina vekirinê ya civîna ku li Navenda Giştî ya HDPê ya Enqereyê pêk hat kir.

Sancar bal kişand ser gotinên Erdogan ên derbarê hejmara zarokan û got “Ew peyv wek biwêjeke demkî, ji çend hevokên ku di encama valabûnê de hatine gotin pêk nayên. Ev têgihiştineke polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên dewletê nîşan dide. Ev têgihîştin dikare di warê herî teknîkî û sivik de endezyariya nifûsê were gotin. Endezyariya nifûsê ji bo ku li welat polîtîkayên asîmîlasyonîst, înkar û îmhayê bi cih bike hatiye bikaranîn.

Bingeha van polîtîkayan nîjadperestî ye. Nîjadperestan bînin bîra xwe. Çawa ku weke gel, weke girse û weke civakeke xwedî feraseteke nijadperestî Kurd hedef girtin, îro jî gotinên ku tên gotin û hevokên ku ji devê Serokê AKP’ê tên rijandin heman tên wateyê ne.”

Sancar der barê mijarên di rojevê da axivî û wiha berdewam kir:

“Îdiayên çekên kîmyewî bi îzahatên rûxalî nayên derbaskirin, divê ji aliyê komîteyên serbixwe ve bên lêkolînkirin”

Li holê nûçe û îdiayên girîng hene. Îdiayên çekên kîmyewî bi îzahatên rûxalî nayên derbaskirin, Divê ev ji aliyê komîteyên serbixwe ve bên lêkolînkirin û rastiya vê mijarê derkeve holê. Eger ev jî bên nixumandin, wê polîtîkayên şer ên li vî welatî kûrtir bibin, birînên civakî mezintir bibin., pergala kedxwariyê wê hîn zêdetir bi cih bibe. Ji bo guhertina vê nîzamê yek ji girîngtirîn rêyên têkoşînê jî lêgerîna heqîqetê ye.

“Em dixwazin li Îmraliyê hevdîtineke vekirî pêk bînin”

Ji bo van hemûyan ji bo gelên Tirkiyê ji van belayan rizgar bikin , di pirsgirêka Kurd de em bi israr çareseriya demokratîk diparêzin. Rêya çareseriya demokratîk bi muzakere û diyalogê ye. Diyalog û muzakere rêbaza herî rast a çareseriyê ye ku li ser zemîna siyasetê kar dike. Eger em karibin vê pêk bînin em ê welat ji vê belayê rizgar bikin. Me gelek caran anî ziman ku em weke HDP’ê amade ne ku di her qadê de berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em têkoşîna xwe jî û polîtîkayên xwe jî li gorî vê armancê diyar dikin. Herî dawî bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re me daxwaza serdana vekirî û hevdîtina li Îmraliyê kir. Daxwaza me vekirî ye hevalno, em di wê baweriyê de ne ku civîneke wiha ku rê li ber aştî û çareseriyê veke, di warê rawestandina polîtîkayên şer de xwedî girîngiyeke mezin e. Sedemeke din a vê daxwazê heye. Hikûmet dixwaze li ser Îmraliyê manîpulasyonên cuda bike. Em jî dibînin ku ev manîpulasyon di derdorên cuda de çerxa spekulasyonê diafirînin.

“Divê hemû partiyên muxalefetê jî ji bo bi Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin serî lê bidin”

HDP partiyeke ku li ser esasê polîtîkaya şefaf pêk tê. Em dibêjin rêya sereke ya pêşîgirtina li van hemû manîpulasyon û spekulasyonan bidawîkirina tecrîdê ye. Ji bilî vê, ev yek pêwîstiya hiqûqa gerdûnî û navxweyî ye. Ji bo ku di vê heyamê de rê li ber her cure manîpulasyon û spekulasyonê bê girtin û ji bo ku rê li ber aştiyê veke, me daxwaza vê hevdîtinê kir. Niha em li benda bersiva Wezareta Dadê ne. Tê bîra we, me çend hefte berê bang li hemû partiyên opozîsyonê kiribû. Me diyar kiribû ku ji bo wan jî rêya herî baş ew e ku şandeyan ava bikin û daxwaza hevdîtinê li Îmraliyê bikin. Niha me ev daxwaz bi nîqaşkirina di komîteyên xwe de veguherand daxwaznameyekê. Li dijî polîtîkayên şer vekirina rêya aştî û çareseriyê sedema hebûna HDPê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst