Mehmet Uçum: Di pêvajoyê de bazara demokrasiyê nabe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehmet Uçum Pêvajoya Çareseriyê HSD Peymana 10ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê ragihand ku di "pêvajoya veguhêz" de bazara demokrasiyê nabe.

Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Nivîsa Uçum li ser pêvajoya çareseriyê û qonaxa piştî temamkirina rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ye.

Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum di nivîsa xwe de got:

"Di pêvajoya veguhêz de bazara demokrasiyê nabe.

Hewldana bazarkirina li ser demokrasiyê dê di warê bingeha pêvajoya veguhêz de ji bingehê ve xelet be.

Yasaya veguhêz bi lêpirsîn û darizandina hêmanên çalak û piştgir ên rêxistina terorê ya fesixkirî û her wiha bi mijarên entegrasyona civakî ve sînordar e.

Bi gotineke din, mijarên yasayî yên giştî û perspektîfa bipêşxistina demokrasiyê ku pêwîstî bi yasayeke taybet, demkî û cuda heye, ne mijara serdema veguhêz e, mijara piştî serdema veguhêz e."

Mehmet Uçum diyar kir ku şertên reforma demokrasiyeke berfireh û hiqûqî tenê dikare piştî temambûna pêvajoya veguhêz pêk werin.

Uçum qala rapora Komîsyonê kir û ragihand ku dê rapor ji aliyê sîstematîk û naverokê ve bibe rêber.

Peymana 10ê Adarê û HSD

Mehmet Uçum qala Peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de jî kir û got:

"Banga 27ê Sibatê hemû hêmanan li xwe digire û divê ji wê çarçoveyê neyê derketin.

Divê tekez li Sûriyeyê jî pêbendî Peymana 10ê Adarê bibin."

Uçum hişyarî da ku divê daxwazên "ne pêkan" neyên rojevê û eger mijarên ku divê di rojên pêş de werin rojevê îro bên axaftin dibe ku pêvajo têk biçe.

Uçum wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Dema ku pêvajoya veguhêz serkeftî biqede û ji bo her kesî serdemeke aştî û ewlehiya mayînde pêk were; bi şertê ku yekîtî û yekparçeyiya Tirkiyeyê bê parastin û li gel bihêzkirina Tirkiyeyê guncav be, gelek mijar dikarin bên rojevê.

Helbet ev her kesî li xwe digire.

Serkeftina pêvajoya veguhêz bi nêzîkbûneke wiha pêkan e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst