OSMANIYE - Termên 2 ciwanan li goristanê hatin dîtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Osmaniye Kuştin Goristan Ciwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Osmaniyeyê ya Tirkiyeyê, di otomobîlekê de termên du ciwanan hatin dîtin.

Li gorî agahiyan, li ser laşê her du ciwanan şopên kêran hene û lêpirsîn didome bê ka bûyer kuştin e yan xwekuştin e.

Bûyer doh êvarî li Goristana Asrî ya Osmaniyeyê rû da.

Welatiyan dît ku di otomobîlekê de du kes bê tevger rûniştine û aliyên pêwendîdar agahdar kirin.

Piştî agahdarkirinê tîmên polîs û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Veysel Ç.yê 19 salî û Eylul K.ya 17 salî yên di otomobîlê de bûn mirine.

Hat diyarkirin ku qirikên her du ciwanan hatibûne birîn û berê ji bo wan îlana windabûnê hatibûye dayîn.

Cenazeyên ciwanan piştî lêkolînan ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Dadî.

Hîn nehatiye zanîn bê ka bûyer xwekuştin e yan kuştin e û lêpirsîn berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst