Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û şandeya AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê civiyan.
Piştî civînê Pervîn Buldan tekez kir ku "Aştî bê hiqûq nabe" û Mîthat Sancar jî ragihand ku ew plan dikin bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî bicivin.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Ozgur Faîk Erol û Mîthat Sancar, di çarçoveya hevdîtinên partiyên siyasî yên "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de li Parlamentoyê bi şandeya AK Partiyê re hatin cem hev.
Di hevdîtinê Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala cîh girtin.
Piştî civînê hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin.
Destpêkê Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler axivî û diyar kir ku partiyên siyasî raporên xwe yên ji bo "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku 5ê Tebaxê dest bi kar kiribû, pêşkêş kirine.
Guler got, "Me duh raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin. Di vê çarçoveyê de me nirxandinên berfireh kirin.
Me dan û standina nêrînan kir. Em dê demên pêş me daxuyaniyên berfirehtir bidin."
"Aştî bê hiqûq nabe"
Piştî Guler, Pervîn Buldan axivî û diyar kir ku civîneke gelekî berhemdar derbas bûye.
Buldan bal kişand ser pêwîstiya zemîna yasayî û got:
"Me qonaxa ku pêvajoya ji salekê zêdetir e berdewam dike gihiştiyê istîşare kir û nêrînên xwe pêşkêş kirin.
Endamên heyetê bi rastî nêrînên xwe yên li ser vê mijarê bi dilsozî anîn zimên.
Em dixwazin vê yekê bi giringî xêz bikin; Aştî bê hiqûq nabe. Loma em ketine serdemeke ku pêdivî bi zemîneke hiqûqî heye.
Em ketine qonaxeke nû û di vê qonaxê û pêvajoya pêş de jî dê istîşareyên me berdewam bikin.
Ez dikarim bibêjim ku em hevnêrîn bûn ku bi berdewamî bên cem hev û vê mijarê bigihînin encamekê."
"Em plan dikin bi Serokkomar re bicivin"
Mîthat Sancar jî piştî Buldanê axivî û destnîşan kir ku divê serdema li pêşiya wan "bi hesasî û baldarî" were meşandin.
Sancar li ser hevdîtinên bê wiha got:
"Girîngiya avakirina zemîneke hiqûqî ya hevpar gelekî zelal e.
Me li vir careke din giringiya lihevkirina siyasî û aştiya civakî destnîşan kir.
Em li pêşberî we jî bibêjin ku meşandina sererastkirinên hiqûqî û xebitîna pêvajoyê bi lihevkirina siyasî û lihevkirina herî berfireh a civakî xwedî giringiyeke jiyanî ye.
Serdanên me dê berdewam bikin. Em dê hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re bidomînin.
Pişt re dê hevdîtinên me bi Wezîrê Dadê û Serokê Parlamentoyê re çêbibin. Em plan dikin ku bi Serokkomar re jî bicivin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse