Heyeta Îmraliyê daxuyanî da

23-01-2025
Nîşan DEM Partî Ocalan Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heyeta DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da.

Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê doh ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.

“Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin”

Heyeta DEM Partiyê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.”

Heyeta DEM Partiyê bi vî rengî ye:

“Ji çapemenî û raya giştî re;

Weke Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê me di 22yê Kanûna Paşîn a 2025an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, Birêz Ocalan sersaxî li malbatên wan welatiyan kir ku ji ber şewata êşdar a Boluyê jiyana xwe ji dest daye û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.

Lijneya me derbarê hevdîtinên me de ku em bi rê ve dibin agahiyên pêwîst dan Birêz Ocalan.

Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.

Piştî ku amadekariyên derbarê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin.

Em weke lijne em dê xebat û têkiliyên xwe bidomînin û her ku geşedan pêk bên em dê raya giştî agahdar bikin.

Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike. Bi hêviya ku ev armanc pêk were, em ji hemû beşên civakî tevkariyên wan ên hêja hêvî dikin.

Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst