Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn ragihand ku ji ber erdhejê li Stenbolê 2 rojan dê dibistan girtî bin.
Li navçeya Sîlîvriya Stenbolê îro saet 12:49an li nav Deryaya Marmarayê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû.
Li gorî AFADê, kûrahiya erdhejê 6,92 kîlometre bûye.
Her wiha saet 12:13an jî li nava Deryaya Marmarayê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan di kûrahiya 6,99 kîlometreyan de çêbû.
Piştî erdheja mezin a bi hêza 6,2yan, saet 12:51ê jî bi hêza 4,4 û kûrahiya 7 kîlometreyan erdhejek û saet 13:02yan bi hêza 4,4 û kûrahiya 7,02 kîlometreyan erdhejên din çêbûn.
Erdhejên li ser hev di nav xelkê Stenbolê de bûn sedema tirs û xofeke mezin û xelkê xwe avêt derve û newêre ji tirsa erdhejeke din biçin nav malên xwe.
Erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Yek ji mijarên ku dihat meraqkirin ew bû ku gelo sibe ji ber erdhejê dê li Stenbolê dibistan girtî bin an na?
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn destpêkê di daxuyaniyekê de ragihand ku li dibistanan ti pirsgirêk nînin û dibistanên wan bi awayekî ewle xizmetê didin û ji ber wê roja pêncşemê li Stenbolê dibistan dê vekirî bin û xwendin berdewam dike.
Lê Yusuf Tekîn piştî wê daxuyaniya xwe di daxuyaniyeke din de ragihand ku li Stenbolê 2 rojan dibistan dê girtî bin û xwendin tê ragirtin.
Yusuf Tekîn diyar kir ku ji ber pêwîstiya qadên ewle biryara girtina dibistanan hatiye dayîn ku welatiyên ji ber erdhejê ji malên xwe derketine li baxçeyên dibistanan bi cih bibin.
Li gorî biryara nû li hemû dibistanên Stenbolê rojên pêncşem û înê bêhnvedana fermî ye û kesên ku nikarin ji tirsa erdhejê bikevin malên xwe dikarin biçin baxçeyên dibistanan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse