Erdogan û Yerlîkaya derbarê erdheja li Stenbolê daxuyanî dan

23-04-2025
RÛDAW
Nîşan Erdhej Stenbol Erdogan Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê têkildarî erdheja bi pileya 6,2yê ya li Setenbolê daxuyanî dan.

Li Stenbolê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû û bajarên li derdora Stenbolê jî hejiyan.

Wezîrê Karên Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya têkildarî erdhejê daxuyanî da û got, “Hemû tîmên AFAD û saziyên têkildar dest bi lêkolînên qadê kiriye."

Yerlîkaya, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got:

"Li navenda Deryaya Marmarayê ya Silîvriyê ya Stenbolê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû.

Derbarê erdheja ku bajarên li derdora Stenbolê jî hejiyan, hemû tîmên AFAD û saziyên têkildar dest bi lêkolînên qadê kiriye.”

Erdogan: Derbasî be ji welatiyên me re

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Wezîrên Karên Navxweyî, Tenduristî û Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê, Waliyê Stenbolê û Serokê AFADê der barê erdhejên li Stenbolê da agahî hilda.

Erdogan jî di peyama xwe de got, “Ji welatiyên me ra derbasî be, em rewşê ji nêzîk ve dişopînin"

Erdhejên li Stenbolê

 Serokatiya Bivebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê li derdora Sîlîvriyê, li Deryaya Egeyê rû daye.

Li gorî AFADê kûrahiya erdhejê 6,92 kîlometre bûye û erdhej saet 12:49an çêbûye.

Li hêla din, îro saet 12:13an jî li heman deverê erdhejeke bi mezinahiya 3,9 pileyan çêbûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst