Ji bo dîtina zêran ketin bîrekê: 2 kes mirin

23-05-2025
RÛDAW
Nîşan Kocaelî Zêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li daristaneke parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê 2 kesên ku ji bo dîtina zêran bîrek kola piştî demekê asê man û mirin.

Veysel Eroglu (55 salî) û Temel Sever (55 salî) ku ji bo dîtina defineyan bîr kola ji ber gaza metanê bêhiş ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û dest bi xebatên rizgarkirinê kirin.

Piştî xebateke 6 saetan a tîmên rizgarkirinê termên her du kesan jî hatin derxistin.

Bîra ku li nava daristanekê hatibû kolan bi qasî 10 metreyan kûr bûye.

Bûyer nêzîkî saet 23:00an li taxa Mollafeneriyê ya navçeya Gebzeyê qewimî.

Tîman termên Veysel Eroglu û Temel Sever veguhastin morgê.

Lêkolînên tîman ên li cihê bûyerê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst