Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê piştî ku ji avahiyekê dengê teqînê hat, avahî hilweşiya.
Li kolana Yanikkapiyê ya taxa Bereketzadeyê ya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê ji ber sedemeke ku hîn naye zanîn, di avahiyekê de teqîn çêbû.
Piştî teqînê beşeke avahiyê hilweşiya.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê, polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Xebatên tîman ên li herêmê berdewam dikin.
Parêzgariya Stenbolê: Li gorî agahiyên destpêkê mirî û birîndar nînin
Parêzgariya Stenbolê li ser teqînê daxuyanî da û got:
“Roja Çarşemê, 23.07.2025an, derdora saet 21:45an, li kolana Yanikkapiyê ya taxa Bereketzadeyê ya navçeya Beyogluyê, di bufeya qata zemîn a avahiyeke sê qatî de ji ber sedemeke ku hîn naye zanîn teqînek çêbûye.
Piştî teqînê avahî hilweşiya û gelek tîmên agirvemirandinê, AFAD û UMKEyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat tespîtkirin ku li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de mirî û birîndar nînin û xebatên tîman ên li cihê bûyerê berdewam dikin.”
#VÎDEO - Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê ji avahiyekê dengê teqînê hat û beşeke avahiyê hilweşiya#Teqîn pic.twitter.com/3fVrfEgEwz
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 23, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse