Cenaze ma li erdê, ew li goristanê bi nav hev ketin

29-07-2025
RÛDAW
Pevçûna li goristanê /Wêne: Ji Vîdeoyê
Pevçûna li goristanê /Wêne: Ji Vîdeoyê
Nîşan Stenbol Sîlîvrî Gorsitan Mirî pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silivriyê ya Stenbolê di dema merasîma veşaritan cenazeyekê de du kom pev çûn.

Ev pevçûna li goristanê bû rojeva medyaya civakî.

Li Goristana Alîpaşayê ya Sîlîvriyê nîqaşa ku di dema veşartina cenazeyê de dest pê kir û sedema wê hîn ne diyar e, di demeke kurt de veguherî pevçûnê û li ber serê mirî tep û rep bi hev ketin.

Bûyer ji aliyê kesên li derdorê ve bi kamerayên telefonan hat tomarkirin û dîmen li ser medyaya civakî bi lez belav bûn.

Li ser dîmenan şîroveyên wekî, “Qet nebe li goristanê şer nekin”, “Goristanek mabû we lê şer nekiribû” û “Rêza vana ji miriyan re jî nîne” hatin kirin.

Derbarê bûyerê de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û nayê zanîn ka derbarê kesên ku tevlî şer bûne de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst