Bahçelî: Armanca dawî ya Îsraîlê Tirkiye ye

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Tirkiye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê ne tesadufî ne û îdia kir ku armanca dawî ya Îsraîlê Tirkiye ye.

Bahçelî her wiha bang kir ku li dijî Îsraîlê ultîmatomeke tund ku vebijêrka leşkerî jî di nav de be, were dayîn.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di hevpeyvîneke xwe ya li gel televîzyona fermî ya Tirkiyeyê TRTyê de derbarê pêvajoya çareseriyê û rûdawnên dawî yên li herêm û cîhanê axivî.

"Îsraîl şerê bi wekalet daye destpêkirin"

Devlet Bahçelî diyar kir ku Îsraîl, Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê li hemberî Tirkiyeyê wekî eniyekê bi kar tîne û ev rewş nîşan dide ku Îsraîl dixwaze Tirkiyeyê dorpêç bike.

Bahçelî got, “Her alî û komeke ku dijminê Tirkiyeyê ye, ji aliyê Îsraîlê ve tê îstîsmarkirin.

Îsraîlê li dijî Tirkiyeyê li vê erdnîgariyê şerê bi wekalet daye destpêkirin.”

"Pêvajoya çareseriyê dijminatiya Îsraîlê eşkere kir"

Bahçelî amaje bi pêvajoya çareseriyê jî da û got:

“Pêngava Tirkiyeyê ya Tirkiyeya bêteror û herêma aram ku wekî polîtîkayeke dewletê hatiye destpêkirin, dijminatiya Îsraîlê ya li hemberî Tirkiyeyê eşkere kiriye.

Îsraîl li Sûriye, li Rojhilatê Deryaya Spî, li Qibrisê, li Mescîda Eqsayê û bi kurtasî li her derê derdikeve pêşiya me û ev yek ne tesadufî ye. Armanca dawî ya Îsraîlê Tirkiye ye.”

"Ewlehiya Filistînê ewlehiya Tirkiyeyê ye"

Serokê MHPyê ragihand ku divê pêşniyara Tirkiyeyê ya ji bo hêza parastina hevbeş a li dijî Îsraîlê ji aliyê hemû welatên Îslamî ve bi awayekî ciddî were nirxandin wiha domand:

“Divê neyê jibîrkirin ku ewlehiya Filistînê ewlehiya Tirkiyeyê ye. Naskirina dewleta Filistînê kilîla aştiya cîhanî ye.

Sebra miletê Tirk nemaye. Eger welatên Îslamî yan Neteweyên Yekbûyî nikaribin êrişên Îsraîlê asteng bikin, wê demê divê guh bidin dengê dîrokê û miletê Tirk ji bo nobeteke nû ya li Qudsiê bikeve dewrê."

"Divê ultîmatomeke leşkerî li Îsraîlê were dayîn"

Bahçelî di dawiyê de bal kişand ser pêwîstiya çareseriya du-dewletî û bangî Îsraîlê kir û got:

“Dem hatiye ku li dijî Îsraîlê, di nav de bijardeya leşkerî jî ultîmatomek hişk bê dayîn."

Wî daxwazên xwe wiha rêz kirin:

"Bendewariya me ya bilez e ku Netanyahu û kabîneya wî demildest agirbestê ragihînin, leşkerên xwe ji axa Filistînê vekişînin û zerera ku dane qerebû bikin.

Pirsgirêka birçîbûnê divê demildest bê çareserkirin û rêya alîkariya mirovî bê sînor û demildest bê vekirin."

Wî her wiha hişyarî da ku eger Îsraîl van daxwazan pêk neyne dê bibe armanceke rewa ji bo "mudaxeleyeke mirovî" û got:

"Divê bê ragihandin ku Tirkiye jî di vê rewşê de dê li ser navê mirovahiyê tevbigere û çavê xwe li tiştekî negire.

Divê ev hişyariya dawî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Îsraîlê bê kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst