Li Tirkiyê 40 koçber û 2 qaçaxçî hatin desteserkirin

23-10-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kocaelî Koçber Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyê 40 koçber û 2 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtîkirina bi koçberan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniyeke Rêveberiya Asayîşa Koacaelî ku îro 23ê Cotmeha 2021ê belav kiriye, hêzên ewlekariyê di çarçoveya hewldanên rûbirûbûna qeçaxçîtîkirina bi koçberan de li ser rêya serekî Anadolu di nav otomobîlekê de 40 koçber desteser kirine ku bi awayekî neyasayî çûne Tirkiyê.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî bidawîbûna karûbarên yasayî koçberên desteserkirî radestî Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê hatine kirin.

Herwiha hat ragihandin ku bi tohmeta qeçaxçîtîkirina bi koçberan jî du welatiyên Tirk ên bi navên U.A. û M.G. hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmet Edîp Taşar koça dawî kir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Mehmet Edîp Taşar bi pençeşêrê bû lê nehat berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşarê 70 salî yê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Silîvriyê ya Stenbolê dihat dermankirin, 24ê Adarê wefat kir