Ahmet Turk di doza ku bûbû hinceta danîna qeyûm de beraat kir

23-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Qeyûm Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Beraat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ahmet Turk ji doza ku hinceta danîna qeyûm a li şûna wî bû beraat kir.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku niha qeyûm li şûna wî hatiye danîn ji doza hinceta danîna qeyûm beraat kir.

Ahmet Turk di wê dozê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin.

Di rûniştina biryarê ya ku îro li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Enqereyê hat dîtin de heyeta dadgehê diyar kir ku daxuyaniya Turk “di çarçoveya azadiya raderbirînê de ye” û bi hinceta ku “hêmanên sûc pêk nehatine” biryara beraetê da.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn a 2024an Ahmet Turk ji wezîfeyê dûr xistibû û li şûna wî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû.

Wezaretê, wekî hinceta tayînkirina qeyûm, darizandina Turk a li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Enqereyê ya bi hejmara 2022/142yan nîşan dabû û di daxuyaniya xwe de gotibû ku “doza wî ya ji ber sûcê propagandaya rêxistina terorê berdewam dike”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst