Aborînasê Amerîkî: Gotinên Erdgan enflasyonê har dike

23-11-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aborînasê Amerîkî Profesor Steve Hanke derbarê rewşa aboriya Tirkiyê de ragihand ku xeyalên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê “fînansa îslamî û rêjeya faîze” de bûye sedem ku lîreyî Tirkiyê li hemberî diravên biyanî nirxe xwe ji dest bide. Steve Hanke herwiha got: “ Axaftinên Erdogan tenê lîre dihejîne û enflasyonê har dike.”

Aborînasê Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkayê Profesor Steve Hanke li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê aboriya Tirkiyê û daketina lîreyê tirkî li beramberî dolarê Amerîkî de peyam belav kirin.

Hanke dibêje: “Piştî axaftinên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku îdîa dike bo Tirkiyê ya herî rast dikin û parastina wî ya polîtîkayên faîza dervîaqilan lîreyê tirkî îro bû 11.45 . Axaftinên wî tenê lîre dihejîne û enflasyonê har dike. Li gor min enflasyona salane êdî ji sedî 58.3 ye.”

Hanke derbarê axaftinên Erdogan de ku dibêje ew di aboriyê de şerê rizgariyê didin jî got: “Erdogan soza berdewamkirina di aboriyê de şerê rizgariyê da. Lê Erdogan tenê bi aqlselîm re şer dike. Xeyalên fînansa Îslamî û fikrên rêjeya faîza dervîaqilan yên Erdogan lîreyê Tirkî tarûmar kir.”

Serokomarê Tirkiyê roja Duşemê 22ê Mijdara 2021ê piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe ragihand ku tişta diqewime leyîstikeke aborî ya dijî Tirkiyê ye û wan jî şerê rizgariya aborî bo serkeftina di wê leyîstikê de hilbijartiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst