RAPIRSÎ - Ji sedî çendê xelkê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê?

23-11-2025
RÛDAW
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê GENAR Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Rapirsî û Lêkolînan a GENARê, ji sedî 69,7ê xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê.

Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan ku zêdetirî salekê ye dest pê kiriye, bi serdana Komîsyonê ya Îmraliyê didome.

Di vê navberê de yek ji pirsên ku tê meraqkirin nêrîna xelkê ya li ser pêvajoyê ye.

Serokê Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan a GENARê Îhsan Aktaş encamên dawî yên rapirsiya xwe ya derbarê pêvajoyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kirin.

Rapirsî meha Çiriya Pêşîn a îsal hatiye kirin û derbarê nêrîna welatiyan a li ser pêvajoyê pirs hatine kirin.

Di rapirsiyê de ji welatiyan hatiye pirsîn “Hûn piştgiriyê didin pêvajoyê?”

Li gorî encaman nêzîkî ji sedî 70yê welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotiye ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê.

Bi wateyeke din, ji her 10 kesan 7 kes li gel pêvajoya çareseriyê ne.

Encamên rapirsiya GENARê wiha ne:

Hûn piştgiriyê didin pêvajoyê?

Erê: Ji sedî 69,7

Na: Ji sedî 20,7

Bê bersiv: Ji sedî 9,6

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst