Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Ataşehîrê ya Stenbolê "Festîvala Xwarinên Herêmî ya Amedê" dest pê kir.
Di festîvalê de ku konê danasîna bajêr hatiye vegirtin, cîgera navdar a Amedê û qedayîfa rêstî rastî eleqeyeke mezin tên.
Li Stenbolê hewayeke sar û bi baran heye lê Amediyan bi dahol û zirnê, bi reqs û govendê hewl da cihê festîvalê germ û şên bikin.
Festîvala ku ji aliyê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Bismilê ve tê organîzekirin, li Bazara Girtî ya Barbarosê ya li navçeya Ataşehîrê dest pê kir.
Konê Amedê li Stenbolê hat vegirtin
Bajarê Amedê bi hemû dewlemendiyên xwe yên metbexê konê xwe yê danasînê li Stenbolê danî.
Armanca sereke ya festîvalê ew e ku xwarinên taybet ên Amedê, çand û berhemên wê yên dîrokî bidin nasîn.
Di nav bazarê de 30 stand hatine vekirin. Cîgera bi nav û deng a Amedê û şêrînahiya wê ya qedayîfê ku bûye markayeke naskirî, bi tehm û bêhna xwe li Stenbolê bala mêhvanan dikişînin.
Hostayê Cîgerê Osman Hosta derbarê eleqeya xelkê de got, "Cîgera me cîgera Amedê ye. Ji ber ku navê wê cîgera Amedê ye, cîgera me meşhûr e."
"Em dixwazin Amedê bidin naskirin"
Serokê Komeleya Bismîlê ya Amedê Mehmet Sebîh Altun jî diyar kir ku ew dixwazin pirekê di navbera çandan de ava bikin û got,"Em dixwazin bi saya vê festîvalê Amedê bidin naskirin.
Em dixwazin çand, dîrok, xwarin û tehmên xwe bidin nasîn. Her wiha em bangî hevwelatiyên xwe dikin ku bên festîvala me ziyaret bikin."
Bêhna qehweya Qulpê û xurekên herêmî
Di festîvalê de ne tenê xwarin, berhemên ciyawaz ên navçeyên Amedê jî cih digirin.
Qehwefiroş Mehmet Şahîn ê ku ji navçeya Qulpê hatiye wiha got, "Em ji navçeya Qulpê ya Amedê tên.
Me qehweya dîbekê aniye, helbet çavên mirov li benda hatina hevbajariyên mirov e.
Dema tên vir, dibêjin ‘mirov dibêje qey em hatine Çarşiya Şewitî ya Diyarbekirê.’ Kêfa xelkê tê.”
Firoşkara xurekên herêmî Ozlem Çîçekê jî li ser berhemên xwe got, “Li ser standa me benî (sûcix), balîcanên reş, fasûlî, nok û nîskê Amedê hene.”
Ji 30 standên ku hatine vekirin, beşek ji esnafan rasterast ji Amedê hatine û yên din jî esnafên Amedî yên li Stenbolê ne.
Şêniyên Stenbolê jî ji vê çalakiyê razî ne
Şêniyê Stenbolê Şaban Turk got, "Di festîvalê de çand û xwarinên me didin nasîn. Em jî pê kêfxweş dibin helbet."
Zehra Çelîkê jî hestên xwe wiha anîn zimên, "Festîvala Amedê ev du roj in dewam dike. Ez gelekî bi kelecan im.
Me got em pêşî bigerin, bibînin dû re hewcedariyên xwe bistînin."
Di çarçoveya festîvalê de govendên Amedê tên gerandin û xwarinên bajêr tên nasîn.
Festîvala Xwarinên Herêmî ya Amedê dê heta 24ê Kanûna Pêşîn li Ataşehîra Stenbolê berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse