1ê Gulanê li Amed û Stenbolê bi girseyî hat pîrozkirin

01-05-2025
Omer Sonmez-Maşallah Dekak
Mitînga 1ê Gulanê ya li Stenbolê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Mitînga 1ê Gulanê ya li Stenbolê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan 1ê Gulanê Stenbol Amed Wan Taksîm
A+ A-

AMED – STENBOL (Rûdaw) - 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karker û Kedkaran li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hate pîrozkirin.

DEM Partî û sendîkayên karkeran li bajarên Amed û Wanê bi mitîngan 1ê Gulanê pîroz kir û daxwazên xwe anîn ziman.

Li Stenbolê jî li du navçeyan Kadikoy û Kartalê mitîngên pîrozbahiyê, li derdora Meydana Taksîmê jî xwenîşandan hebûn.

Bi pêşengiya sendîkayên karkeran ên wekî DÎSK û KESKê û bi piştgiriya CHP û DEM Partiyê bi deh hezaran karker, kedkar û karmend li Îskeleya Kadikiyê civiyan.

Sendîkaya TURK-ÎŞê jî li meydana Kartalê 1ê Gulanê pîroz kir.

Lê komên ku ji Şîşliyê dixwestin biçin Meydana Taksîmê rastî midaxeleya tund a polîsan hatin û ji 400î zêdetir çalakvan hatin desteserkirin.

Polîs bi bariyeran hemû rêyên derdora Meydana Taksîmê û rêyên Beyogluyê girtin.

Karkeran daxwazên xwe anîn ziman

Karkera bi navê Esmayê got "Mesaja me ya 1ê Gulanê ev e ku bila hemû karker bibin yek û bigihîjin mafên xwe. Em ji bo Pirsgirêka Kurdan jî çareseriya demokratîk dixwazin."

Welatiyê bi navê Memduh Kaşar jî got, "Mafên karker, kedkar û Kurdan li Tirkiyê nayên dayîn. Tirkiye bi vî awayî pêşwazî li 1ê Gulanê dike."

Karkerê bi navê Mehdi Tekin jî got, “Daxwaza me ew e ku mafên sendîkabûnê bê azadkirin.

Em li cihên kar rastî mobîngê û zor û zextê tên. Dema em li dijî vê yekê derdikevin jî me ji kar davêjin."

Karkerê bi navê Murad jî diqîre û dibêje, "Daxwaza me ew e ku em bigihîjin mafên xwe. Ji loma jî em li vir in."

Serokê CHPyê Ozgur Ozel û Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullarî jî li mitîngê silav dan beşdaran.

Peyama 1ê Gulanê ya Hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaşê girtî jî hate xwendin û silav jê re hatin şandin.

Nivîskar û Berdevkê Tevgera 78an Celalettîn Can jî got, "Li vir peyama Demîrtaş hate xwendin û Kurd bi awayekî bi hêz beşdarî mitîngan bûn.

Biryar dan û beşdar bûn. Ev mitîng û daxwazên civakê ji bo şertên çareseriya Pirsgirêka Kurdan çêbibe, ji bo hin gavên demokratîk bên avêtin wê girîng bin."

Pîrozbahiya 1ê Gulanê ya Kadikoya Stenbolê li ber stranên Kurdî û Tirkî yên Grup Munzurê bi govend, dîlan û şahiyê bi dawî bû.

Li Bakurê Kurdistanê jî mitîng

Li Bakurê Kurdistanê jî mitîng li du bajaran hatin lidarxistin; li Wan û Amedê.

Mitînga li Amedê li Meydana Stasyonê pêk hat. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenter û hevserokên şaredariyên DEM Partiyê jî tevlî mitîngê bûn.

Karkerê bi navê Mehmet Henîfî Kaya got, "Em yekîtiya karker û proletaran dixwazin."

Welatiya bi navê Bêrîvanê jî got, "1ê Gulanê li hemû karker û xebatkaran pîroz be."

Li gorî amarên saziya fermî ya TUÎKê bajarên herî xizan û bêkar ên Kurdan in.

Nebûna qadên kar û lawaziya mafê sendîkabûnê ya li Bakurê Kurdistanê jî pirsgirêkên sereke yên karkeran in.

Karkerê bi navê Yuksel Yavaş got, "Rûmeta kedê li Tirkiyê nemaye. Ked tim tê bêqîmetkirin."

Welatiyê bi navê Hayat Ak jî dibêje, "Em aştî û azadiyê dixwazin. Bila karker jî yekîtiya xwe çêkin."

Di mitînga Amedê de hunermend Kasim Taşdogan û Helîm Omerî jî konser dan.

Beşdaran li ber stranan û ribabê govend girt û qada mitîngê kirin cihê şahiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst