Yapicioglu: Em dikarin careke din vegerin sîstema parlamenteriyê

29-04-2025
RÛDAW
Nîşan HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu Sistema Parlamenteriyê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku sîstema hikûmeta serokkomariyê li ser kaxezê û di pratîkê de ne wekî hev e û mirov dikare careke din vegere sîstema parlamenteriyê.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu derbarê rojeva Tirkiyeyê axivî û li ser hilbijartina pêşwext got:

“Di şertên îro de zehmet e. Ma piraniya mixalefetê heye ku karibe li parlamentoyê biryara hilbijartinê wergire? Tine.

Heta desthilat dabeş nebe, ne pêkan e li parlamentoyê biryareke wiha bê wergirtin.”

“Her tişt pêkan e”

Yapicioglu derbarê îdiayên rojnameger Mumtazer Turkone jî got:

“Gelo tiştên ku Mumtazer Turkonê dibêje rast in, divê mirov hinekî qebûl jî bike. Her tişt pêkan e.

Di siyasetê de di hilbijartinên pêşwext ên sala 2002an de, kê hêvî dikir ku birêz Bahçelî berî hilbijartinan daxuyaniyeke bi vî rengî bide?

Di dîroka me ya siyasî de tiştên bi vî rengî hene, dibe ku çêbibin, pêkan e.”

Yapicioglu tekez kir ku divê yan sîstema serokkomariyê bê nûjenkirin an jî sîstema parlamenteriyê bê vegerandin.

Serokê HUDA PARê di berdwamiya axaftina xwe de wiha got:

“Dibe ji aliyê AK Partiyê ve pêşniyarek were û bibêje, `We sîstema parlamenteriyê dixwest, werin em vegerin sîstema parlamenteriyê`. Bi ya min ev jî di nav egeran de ye.

Heta ku ez bim, ji bo vegera sîstema parlamenteriyê, ez dikarim pêşniyarekê bikim, 'Werin, em vegerin'.

Di sîstema serokatiyê ya heyî de, rewşa li ser kaxez û pratîkê de ne wek hev e. Ez bi awayekî nerênî dibêjim. Dikare çêtir be, divabû çêtir bûya.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst