Li Stenbolê agir bi avahiyeke 5 qatî ket

24-01-2025
RÛDAW
Nîşan Stenbol Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê agir bi avahiyeke 5 qatî ket û tîmên agirvemirandinê agir kontrol kir.

Bûyer îro înê li taxa Batalgaziyê ya navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê qewimî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Agir li kargeheke hezar metre çargoşeyî ya ku hilberîna tekstîlê lê tê kirin derket.

Tîman piştî 6 saetan agirê li qata jor a avahiyê derketibû kontol kir.

Heta niha li ser sedema agir ti daxuyanî nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst