Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Maltepeyê parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi mala kal û pîran a 3 qatî ket û di encamê de 17 kes bi jehrê ketin.
Li navçeya Maltepeyê demjimêrên sibehê agir bi mitbaxa mala kal û pîran ket û belav bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê di encama agir de 17 kal û pîr bi jehrê ketin û 73 kes jî hatin rizgarkirin.
Parêzgariya Stenbolê ragihand, li mala kal û pîran 90 kes diman û 73 kes hatin rizgarkirin û 17 kes jî bi jehrî ketin.
Parêzgariyê derbarê agir de got, “Li taxa Zumrutevler a navçeya Maltepeyê, li ser Kolana Adatepeyê, demjimêr derdora 05:10an di beşa mitbaxê ya mala kal û pîran de agir derket.
Agir bi destwerdana tîmên agir vemirandinê hat vemirandin û xebatên valakirina dûmanê berdewam dikin.
Di dema agir de, li mala kal û pîran 90 kes hebûn. 17 kesên ku dûmanê bandor li wan kir, ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin.
Niştecihên din ên aramxaneyê yên ku di dema agir de ji avahiyê hatin derxistin, li hola pir-armancî ya saziyê hatin bicihkirin.
Sedema derketina agir, piştî lêkolîna tîmên agirvemirandinê dê diyar bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse