Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di peywendiyeke telefonî de rewşa dawî ya şerê Ukrayna û Rûsyayê gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Serokeyetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ve hatiye belavkirin roja Înê 24ê Sibata 2023an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan û Zelensky di wê peywendiya telefonî de li ser rewşa dawî ya erdheja li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û pêşhatên dawî yên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gotûbêjkirin e ku salek bi ser wî şerî re derbas bûye.
Di peywendiya telefonî de Serokkomarê Tirkiyê ji ber alîkariyên ku Ukraynayê di erdhejê pêşkêşî Tirkiyê kirine, spasiya Volodimir Zlensky kir.
Serokeyetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê dibêje, “Serokkomar Erdogan ji bo pêkanîna çareseriyeke bi rêya dîyalogê û agirbesta şerê Rûsya û Ukraynayê ku dikeve salekê de, amadebûna xwe diyarkiriye û tekez kiriye ku ew dê di pêkanîna aşitiyê de çi ji destê wan bê bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse