DEM Partiyê li ser rewşa Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke nû belav kir

24-04-2025
RÛDAW
Nîşan Sirri Sureyya Onder DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku çareseriya bijîşkî ya Endamê Heyeta Îmraliyê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder berdewam e û da zanîn ku rewşa wî stabîl e û metirsiya li ser jiyana wî berdewam e.

Endamê Heyeta Îmraliyê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder piştî ku 15ê Nîsanê krîza dil lê da li nexweşxaneyeke Stenbolê hat razandin.

Onder piştî ku li nexweşxaneyê neştergeriyeke 12 demjimêrî derbas kir ji aliyê bijîşkan ve hatiye razandin û metirsiya li ser jiyana wî berdewam e.

DEM Partiyê îro li ser rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke nû belav kir.

DEM Partiyê diyar kir ku çareseriya bijîşkî ya Onder li nexweşxaneyê berdewam e û rewşa wî hîn wekî xwe ye û metirsiya li ser jiyana wî berdewam e.

DEM Partiyê ragihand ku serdanên ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê li nexweşxaneyê jî berdewam in û anî ziman:

“Doh, Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ya Anatolyayê, Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Arslan, nivîskar Mustafa Îslamoglu, sînemager û derhêner Yeşîm Ustaoglu hatin serdanê.

Îro jî rojnameger Murat Sabuncu, Endama MYKya CHPyê Aylîn Nazliaka û Berdevkê DÎSKê yê Stenbolê Asalettîn Arslanoglu hatin serdanê.”

DEM Partiyê da zanîn ku Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahadîn Bahadîn û Nûnerê Tirkiyeyê yê Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Lokman Baskederî çûne serdana navenda wan a giştî û ji bo Onder hêviya silametiyê xwestiye.

DEM Partiyê ragihand ku rêxistinên wan ên bajar û navçeyan jî serdankerên Sirri Sureyya Onder qebûl dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst