Alîkarê Serokê MHPyê: Divê ti partî partiyeke din wekî dijmin nebîne

05-08-2025
RÛDAW
Nîşan Fetî Yildiz Komîsyon Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz, beriya civîna yekem a komîsyona pêvajoya çareseriyê ragihand ku divê ti partiyeke siyasî partiyeke din wekî dijmin nebîne û divê bi feraseteke siyasî nêzîkî pêvajoyê bibin.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz, îro li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û bal kişand ser civîna yekem a komîsyona li Parlamentoyê.

Yildiz di peyama xwe de wiha got:

“Pêşketinên ku 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi meşa Serokê me yê Giştî birêz Devlet Bahçelî ya ber bi rêzên DEM Partiyê ve li parlamentoyê dest pê kir û destê hevserok û parlamenteran girt, veguherî pêvajoyeke siyasî ya ku gav bi gav berdewam kir û piştre jî bû projeyeke dewletê ku di encamê de PKKyê xwe fesih kir û dest bi radestkirina çekan kir.

'Komîsyona Yekîtî û Hevgirtina Niştimanî' dê îro civîna xwe ya yekemîn li dar bixe.

Pêwîstî bi helwesteke wisa heye ku partiyên siyasî hevdu wekî dijmin nebînin û têgihiştina xwe ya siyasî li gorî vê yekê ava bikin.

Derfeteke me ya mezin heye ku em belaya terorê ya ku enerjiya welatê me dimije û xerciyeke wê ya civakî ya zêde heye, biavêjin sergoyê dîrokê.

Di vê komîsyonê de erkê me ew e ku em bi diyarkirina xalên hevpar ên nêrînên cuda, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyeke bêteror, çareseriyên hevpar bibînin.”

Fetî Yildiz her wiha herî da diyar ku ew berpirsyariya xwe ya li hemberî leşker, polîs, cerdevan, mamoste û leşkerên hatine kuştin dizanin.

Komîsyonê îro bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş dest bi civîna xwe ya yekem kir û komîsyon dê nav û şêwaza xebatê ya diyar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst